Rezaq Elî Reza Umer Di sala 1966an de li gundê Aşokan ê ser bi devera Beranetiya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê tevahiya malbata wî awareyî welatê Îranê bûne û heta sala 1991ê derfetê vegerê nebûne û li bajarê Nexedeyê niştecî bûne, Şehîd Rezaq Elî xwediyê pênc birayên şehîd e bi navên Şehîd Ekrem Elî Reza di sala 1974an de, Şehîd Eskender Elî Reza di sala 1983an de, Şehîd Ferhad Elî Reza di sala 1983an de, Şehîd Telhet Elî Reza di sala 1988an de, Şehîd Fetah Elî Reza di sala 1988an de. Rezaq Elî xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Samiye Nadir bûye û xwediyê yek kur bûye bi navê Rizgar Rezaq.
XebatnameŞehîd Rezaq Elî di sala 1981ê de bûye Pêşmerge li mefrezeya partîzanî ya lîqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku di wê demê de Şehîd Ferhad Elî yê birayê wî fermandeyê mefrezeyê bûye.
Di rêkefta 16ê gulana 1988an de Şehîd Rezaq Elî û şeş hevsengerên wî bi navên Şehîd Fetah Elî Reza, Şehîd Telhet Elî Reza, Şehîd Mihemed Ren, Şehîd Xelîl diçin ser rêya karwanekî serbazî yê rejîma Beis ku ji bo Enfalê çend gundên wê deverê kiribûn armanc, piştî yek saetê ji rûbirûbûna hêza Beis û rêgirtina li wan, di encamê de her heft Pêşmerge bêserûşûn bûne û ti soraẍek wan nîne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




