Reûf Hemedemîn di sala 1946an de li taxa Befrî Qendîlî ya qezaya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, rûniştvanê Koyê bûye, derçûyê qonaxa seretayî bûye.

Sala 1963an peywendî bi Hêzên Pêşmerge Şoreşa Eylûlê kiriye û di batalyona Elî Eskerî bûye Pêşmerge, piştre di sala 1964an de çûye batalyona Ehmedê Hacî Elî ya ser bi Hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Sala 1965an beşdarî dostana Çiyayê Sefînê bûye û tê de bi giranî birîndar bûye. 

Sala 1966an Reûf Hemedemîn û pênc hevsengerên wî li gundê Qela Sêweyê ya qezaya Çemçemalê dikevin kemîna koma Celal Talebanî, piştî rûbirûbûneke tund a di navbera wan de, Reûf Hemedemîn şehîd bûne û yek ji wan şehîdan e ku gora wî ne diyar e.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.