Riza Qadir Ebdulkerîm, ku bi navê Heme Riza Hewramî tê naskirin, di sala 1932an de li gundê Belxe yê ser bi nahiyeya Biyare ya herêma Hewramanê ji dayik bûye, qonaxên seretayî û navendî li gundê Belxe û qonaxa amadeyî li Biyare qedandiye, beşdarî dewreya pizîşkî bûye û bûye pizîşk di Şoreşa Eylûlê. 

Di sala 1966an de tevlî refên Pêşmerge yên fujê şeşem Biyare yê hêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, û ji ber ku bawernameya amadeyî hebû rasterast ji bo beşdarbûna dewreya pizîşkî ya şoreşê bo Hacî Omeran û herêma Kelale hat şandin, û piştî salek û şeş mehan dewre qedand, û wek pizîşk bo hêzên Xebat hat şandin.  

Di sala 1969an de bi hejmarek ji hevsengerên xwe re ket kemîna artêşa rejîma berê ya Îraqê li çiyayê Balambo yê bajarê Helebceyê, û di navbera her du aliyan de şer derket, di encamê de Riza Qadir (Heme Riza Hewramî) bi giranî birîndar bû û ket destê serbazên Îraqî, û li nêzîkî gundê Gulanê yê parêzgeha Helebceyê li ser erdê hat kişandin û piştî ku bi barana guleyan hat gulebarankirin Şehîd bûne.

Bavê Riza ku bi navê Qaleyê Mayncan tê naskirin di sala 1963an de Şehîd bûne, herwiha du xwişkên wî (Suad û Tûba) di kîmyabarana bajarê Helebceyê de di sala 1988an de Şehîd bûne, di sala 1969an de ket kemîna artêşa rejîma berê ya Îraqê ku piştî birîndarbûnê hat girtin û bi guleyên serbazan li nêzîkî bajarê Helebceyê Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.