Salih Umer Mistefa sala 1940an li gundê Bêdûd li qezaya Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye, sala 1961ê peywendî bi Şoreşa Eylûlê dike û di şerên Çiyayê Metîn, Geliyê Zawîte, dastana Lomana, gundê Brîfka, Çiyayê Etruş, Mirêba, Xort û Dekan, Şermen û Çiyayê Akrê, Kanî Masê û Çiyayê Pîrs (1961- 1963) û şerên Sertek, Gorêz, Gerûyê Umeraxa, Rêzan û Bêlûl beşdar bûye û di wê heyamê de du caran birîndar bûye.
Sala 1975an û piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awarey welatê Îranê bûye û piştî serketina şoreşa gelên Îranê di 10ê Sibata 1979an de careke din peywendî bi Şoreşa Gulanê dike û dibe amirê batalyonê û piştre bi sedema jêhatîbûnê dibe amirê hêz, beşdarî gelek şer û pevçûnên Şoreşa Gulanê li gel artêşa Îraqê dike, di nav wan de şerên Mêroz, Rêzan, Xêrezok, Kanî Reş û Sîdekan.
Salih Umer Mistefa di 31ê Mijdara 1983an de û di êrîşa bo ser sengerên dijmin li Gerûyê Sark û Serê Talaw û piştî rûxandina sengerên artêşa Îraqê û bi encamgihandina wê armancê Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Rojnameya Xebat, hejmar 556- 557, Adar û Nîsana 1985an, r. 3.
2- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





