Jînenîgarî

Selîm Ezîz Selîm, sala 1925 li gundê Korkê yê ser bi nahiyeya Gorto li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya peymangehê di beşa çandiniyê ya zanîngeha Dîvînkoy a Yekîtiya Sovyetê de wergirtiye, şarezayî di zimanên Kurdî û Rûsî de hebûye, di 24 li ser 25ê Adara 2011an de koça dawî kiriye.

Xebatname

Selîm Ezîz Selîm, sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 20ê Çiriya Pêşîn a 1943an de beşdarî di girtina polîsxaneya Çemê û di 6ê Çiriya Paşîn a 1943an de beşdarî di girtina polîsxaneya Gorto û di 10ê Çiriya Paşîn a 1943an de beşdarî girtina bingeha polîsên Meznê bûye, di 19ê Tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 5ê Îlona 1945an de beşdarî girtina bingeha polîsên Meydan Morîk û şerên Kunê Ruvî, Bilê, Barzan û Rêzanê bûye.

 Piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê Çiriya Pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê Adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê dibe Pêşmerge, di 29ê Nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqiz bûye, di 3ê Gulana 1946an de beşdarî şerê Milqerenî bûye.

 Piştî neskoya Komara Dêmokrat a Kurdistanê di 3ê Adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û di 13 li ser 14ê Adara 1947an de beşdarî şerê Gûjarê bûye, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê Nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegeriyana wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê Gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê an çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê Gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çerçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di Adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha Çiriya Paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê Sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê Nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê û li gundê Korkê niştecih bûye, di 11ê Îlona 1961an de beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di şerên navbera Bilê û Barzan û çiyayê Pîrefatê de beşdarî kiriye, di 14 li ser 15ê Hezîrana 1963an de beşdarî şerê serê Akrê bûye, sala 1967an beşdarî şerê Gorêzê bûye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê vedigere zêdê xwe.

 Sala 1979an ji aliyê hikûmeta Îraqê bo Diyana hatiye raguhastin, sala 1983an wek penaber berê xwe dide Komara Îslamî ya Îranê û salek dûre beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û di pêşmergatiyê de serpel bûye û bi mefreze vegeriyaye navçeya Mêrgesor, sala 1987an beşdarî şerên Mêrgesor û Xwakurkê bûye, sala 1988an di dema kîmyabaran kirina navçeya Badînan de navbirî vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê li komelgeha Zêwê niştecih bûye û di 27ê Çiriya Paşîn a 1996an de vegeriyaye Kurdistanê, çend caran birîndar bûye, sala 1998an xanenişîn hatiye kirin, di 16ê Kanûna Pêşîn a 2010an de di kongreya sêzdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrat a Kurdistanê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê ji aliyê serok Mesûd Barzanî Medalya Barzanî jê re hatiye bexşîn. 

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Sefer Yûsif Mîrxan, Selîm Uzêr Korkeyî di temenê 86 salîyê de koça dawî kir, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3730, Hewlêr, 27 adara 2011an.

  3. Şe'ban Elî Şe'ban, Hendek Zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013an).

  4. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996an).

  5. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013an).

  6. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013an).

  7. Umer Farûqî, Serdar Dana Jîyan û Têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002an).

  8. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001an).

  9. Ebdulla Xefûr, Ferhengî Cografyayî Hewlêr, (Hewlêr - Belawkrawên Akademîya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015an).

  10. Qaid Mîro Mîrozî, Şerê Guretuwê di 6ê çiriya paşîn a 1943an de, Govara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 43, Pîrmam, Çapxaneya Rewşenbîrî, 31ê tîrmeha 2001an.

  11. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011an).

  12. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15ê nîsana 1959an.

  13. Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxan Cajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997an).

  14. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lil-Neşr - 1979an).

  15. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998an).

  16. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd 1931 - 1958, bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012an).

  17. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd 1961 - 1975, bergê sêyem, beşê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004an).

  18. Necef Qulî Pesîyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996an).