Selîm Îsa Yasîn, sala 1903 li gundê Pêndro yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Fatime Mihemed Cebraîl bû, kurekî wan hebû bi navê Xurşîd Selîm (1941) lê li Komara Mehabadê koça dawî kir, li Yekîtiya Sovyetê kolêja serbazî temam kiriye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî li gel Maria pêk aniye, şarezayî li her du zimanên Kurdî û Rûsî hebûye, di 30ê Adara 1986an de li bajarê Taranê koça dawî kiriye û li goristana bajarê Zêweyê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye veşartin.
XebatnameSelîm Îsa Yasîn, sala 1931 peywendî bi rêzên Şoreşa yekem a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, sala 1943 di Şoreşa Duyemîn a Barzan de bûye xebatkar û di şerên vê şoreşê de beşdar bûye. Di 19ê Tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Di 11ê Çiriya Pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan li gel malbata xwe berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê Adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge û serpel bûye, beşdarî şerên Miyanduaw û Gaderê bûye, piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 19ê Adara 1947an de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê Nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegerîna wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê Gulan a 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê an çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê Gulan a 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîran a 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîran a 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine, di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di Adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha Çiriya Pêşîn a 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê Tîrmeh a 1958an li Îraqê û vegerîna jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê Sibat a 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê Nîsan a 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 li baregeha Barzanî nemir bûye li Hacî Omeran (Hewlêr), sala 1964 çûye cem Şêx Ehmed Barzanî, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê digeriyaye zêdê xwe, sala 1978 ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye raguhastin bo Behirkê, sala 1983 wek penaber berê xwe daye Komara Îslamî ya Îranê.
Çavkanî:-
Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
-
Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
-
Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
-
Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
-
Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxana Parêzgeha Dihokê - 2013z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok - Çapxana Parêzgeha Dihokê - 2013z).
-
Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
-
Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 nîsana 1959.
-
Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zaxoyî de, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
-
Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
-
Mihemed Salih Pêndro (Cegersoz), Jiyana çandî û civakî ya devera Mizûrî ya Jorîn, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2020z).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat – 1998z).
-
Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





