Jînenîgarî

Şehîd Sidîq Hesen, di sala 1931ê de li gundê Qeren Jogana yê devera Beranetiya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, xêzandar bûye û navê xêzana wî Meryem Selîme, xwediyê sê kur û sê keçan bûye bi navên Xalid, Mesûd, Mihemed, Lemî'e, Marya û Sara.

Xebatname

Şehîd Sidîq di sala 1968an de bûye Pêşmerge li batalyona sêyem a Sefîn a ser bi hêza Sefîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Mam Resûl Feqê fermandeyê batalyonê bûye.

Piştî rêkeftina 11ê adara 1970yî Şehîd Sidîq her wekî Pêşmergeyê navçeya Şeqlaweyê maye û berdewam bûye li ser xebata çekdarî.

Sala 1974an di rûbirûbûna serbazên rejîma Îraqê ya berê, li gundê Sêrkê yê devera Sûriçiyan fîşek bi wî ketiye û Şehîd bûye. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.