Silêman Esed Qadir, di sala 1929an de li gundê Cemesorê yê ser bi nahiyeya Basirmeyê ji dayik bûye, heta asta navendî xwendiye, di 15ê çiriya pêşîn a 1967an de li gundê Batasê yê ser bi şaredariya Herîrê di dema encamdana çalakiyekê de ji aliyê artêşa rejîma Îraqê ve Şehîd tê kirin.
XebatnameSilêman Esed Qadir, di sala 1959an de peywendî bi şaneyên veşartî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re daniye bi rêya navçeya Şeqlaweyê ku wê demê Mela Xerîb berpirsiyarê navçeyê bûye, di sala 1961ê de ji bo encamdana çalakiyekê berê xwe daye şaredariya Rewandizê û çalakî eşkere dibe û bi sedema wê ji aliyê hamiyeya Rewandizê ve tê girtin û tê veguhastin bo girtîgeha Kerkûkê û maweya 21 mehan di zîndanê de dimîne, di sala 1963an de piştî danûstandin û têgihîştina serkirdatiya şoreşê û desthilatdarên wê demê yên Îraqê, birayekî wî diçe xizmeta Barzaniyê nemir li Gelaleyê û nameyeke taybet jê werdigire bo hakimê serbazî yê Kerkûkê û bi vî awayî azad dibe, piştî azadbûnê û vegerê rasterast peywendî bi Lîjneya Navçeyê ya Şeqlaweyê dike û pileya endamê navçeyê werdigire, di heman demê de bi sedema karametiya xwe û camêriyê pileya cîgirê fermandeyê batalyona hêza Bêtwatê werdigire ku wê demê Elî Şe'ban fermandeyê hêzê bûye, tevî erka xwe beşdarî di komek çalakiyan de ligel lîqa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, di şeva 15ê çiriya pêşîn a 1967an de ji bo encamdana civînê ligel şaneyên veşartî diçe gundê Batasê, lê mixabin nûçeya wan tê dayîn û eşkere dibin, ji bo girtina wan hêzeke mezin a rejîmê dor li wan digire, lê ew rûbirûyê hêza artêşa Îraqê dibin û xwe radest nakin heta fîşekên wan diqedin û Şehîd dibin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




