Sîso Ebdulla, sala 1950 li gundê Stûnî ser bi nahyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1990 awareyê welatê Tirkiyeyê bûye û li bajarokê Şemzînan ser bi parêzgeha Colemêrgê niştecî bûye. Sala 1991 piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê û li Zaxo niştecî bûye û paşê çûye gundê Lêlokê li qezaya Mêrgesor.

Sala 1967 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di Hêza Bergiriya Millî de bi fermandariya Seîd Xelîl Sêlkî bûye Pêşmerge, sala 1974 beşdarî dastana Gorêzê bûye. Sala 1978 peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li sînorê Lîjneya Navçeyê ya Mêrgesorê kiriye.

Sala 1991 di Artêşa Barzan de bi pileya amir seriye careke din bûye Pêşmerge. Sala 1997 li Girê Hacî Şewket li gundê Navkruka li navçeya Mizûrî Bala ji aliyê çekdarên pkk Şehîd hatiye kirin û li goristana gundê Lêlokê ser bi qezaya Mêrgesorê hatiye veşartin.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.