Jînenîgarî

Sala 1963an li gundê Bakozê li nahiyeya Zawîteya parêzgeha Dihokê hatiye ser dinyayê, ji malbatek kurdperwer û xwedan şehîdan ku 21 endamên malbata wî şehîd bûne wek bav, mam û pismam, malbata wî ji ber helwestên wan ên neteweyî li zalgaha Aloka, dê, bav û xwişkên wî ji aliyê rejîma Beis ve hatine zîndanîkirin. Di 26ê çiriya pêşîna 2017an de wek fermandey û berpirsiyarê lîqa hevde ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdarî şerê bergiriya ji axa Kurdistanê bûye û di dastanên navdar ên Sehêlayê li gundê Kanî Ewêz (Eyn Ewêz) li mihwerê Zomarê şehîd bûye.

Xebatname

 Her ji destpêka lawîniya xwe da û di temenê 17 saliyê da li sala 1980yê gihîşte rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û heman salê da peywendî bi Şoreşa Gulanê ve kiriye digel Sadiq Gelnaiskî li sînorê lîjneya navçeya Dihokê, ji ber zîrekî û çalakî û qaremaniya wî li sala 1984an dibe fermandeyê desteyekê ji çekdarên Pêşmerge (amer mefreze), sala 1986an dibe cîgirê rêxistina Komîteya ser bi lîjneya navçeya Dihokê ve, li sala 1987an dibe cîgirê rêxistina leşkerî ser bi lîjneya navçeya Dihokê heta Enfalên reş, li sala 1988an derbiderî welatê Tirkiyeyê bûye belê amade nebûye çekê destê xwe radestî hêzên cendirme û artêşa Tirkiyeyê bike lewma bi çek ve çûye nava axa Bakurê Kurdistanê (welatê Tirkiyeyê) û ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê hatiye girtin û bo demekê zîndanî kirin û paşan hatiye azad kirin û çûye Rojhilata Kurdistanê (Îranê) û dîsan aware bûye, li sala 1991ê digel serhildana gelê Kurdistanê vedigeriyaye Kurdistanê û wek berpirsiyarê rêxistina leşkerî û endamê mihwerê Dihokê dest bi kar dibe, li sala 1993an dibe endamê (lîjneya navçeya Dihokê), li sala 1994an dibe berpirsiyarê leşkerî yê lîjneya navçeya Sêmêlê, li sala 1995an dibe kargêrê lîqa neh li Akrê, û li sala 1997an dibe berpirsiyarê lîjneya navçeya Birayetî li Mangêşkê, li sala 2001ê dibe berpirsiyarê lîjneya navçeya Amêdiyê û di heman salê da tê veguhastin bo berpirsiyarê artêşa çarde (14)ê li sînorê Hêzawa ser bi qezaya Zaxo, li sala 2004an dibe berpirsiyarê artêşa du li çiyayê Skrînê, li sala 2006an dibe fermandeyê fermandeyiya Sefîn li Pîrmam, li sala 2014an dibe berpirsiyarê mihwerê Bendava Mûsilê rolekê karîger di şerê dijî terorîstên DAIŞê dibîne, li sala (2015 heta roja şehîdbûna wî li 26ê çiriya pêşîna 2017an) berpirsiyarê lîqa hevde (17) ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Şingalê bû. Şehîdê serkirde û fermandey Wehîd Bakozî beşdarî di hejmareka zora dastanên da kiriye, li sala 1981ê li serê çiyayê Dihokê birîndar bûye, li sala 1982an li gundê Şawrîkê birîndar bûye û di heman salê da li gundê Qeşefrê birîndar bûye û li sala (1986) li şerê (Mangêşk)ê birîndar bûye û li sala 1987an li Girê Germawa birîndar bûye. 26ê çiriya pêşîna 2017an li şerekê sext û dijwar da ji bo berevanî kirin ji axa pîroza Kurdistanê û ezmûna herêmê wek fermandeyekê Pêşmerge beşdarî di wî şerî da dike ku bi dastana Sehêlayê navdar e li dijî hêzên êrîşkar ên artêşa Îraqê û Heşda Şeibî bi hevkariya artêşa pasdarên Îranê li gundê Kanî Ewêz (Eyn Ewêz) li mihwerê Zomarê li bakurê rojavayê Mûsilê li 26ê çiriya pêşîna 2017an fermandey Wehîd Bakozî şehîd dibe. Di rêwresmekê hejî da li 16ê tebaxa 2018an cenabê serok Mesûd Barzanî Medalya Barzanî bi kurê şehîdê fermandey Hûşeng Wehîd Bakozî hat bexşîn ji ber wêrekî û qaremanî û dilsoziya şehîd Wehîd Bakozî û malbata wî bo rêbaza pîroza Barzanî û axa pîroza Kurdistanê.

Jêder:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.