Wisu Hemêd Law, naskirî bi Wisu Hemêd Law, sala 1952an li gundê Gwanî yê ser bi nahyeya Diyana ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye û xwediyê du keç û kurekî bûye.
Sala 1968an li gel Ebdulwahidê birayê xwe peywendî bi hêza Pêşmergeyê Kurdistanê dike, li betalyona Seyîd Asî ya ser bi hêza Balek dibe Pêşmerge, beşdarî şerên Çiyayê Zozik û Sertîz û Gerûyê Umer Axa dike.
Sala 1974an piştî destpêkirina şer di navbera hêza Pêşmerge û Partiya Beis de, dubare çekê Pêşmergatiyê hildigire û bergiriyê li xaka Kurdistanê dike, di 17ê nîsana 1974an de di şerê Çiyayê Gorezê li nêzîk gundê Balekiyan a nahyeya Diyana, xwe û birayê xwe yê mezin bi navê Ebdulwahid Hemêd Law û amozayekî xwe û çend kesên din ji xizmên xwe Şehîd dibin.
Ji ber barûdoxê şer û hebûna bombardimana tank û topên dijmin nedihate kirin rûfatê Şehîdan li gundê Gwan bi xak bispêrin, lewma li gundê Sîtkan bi xak hatin spartin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê





