Xalid Ehmed Feqê di sala 1941an de li gundê Kanêskan a ser bi ناحیەى Xurmal a parêzgeha Helebce ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariya gund bûye.
Di 12ê Çiriya Paşîn a 1963an de bûye Pêşmerge li Leqa pênc a betalyona Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Şehîd Kemal Selîm Serleqê pênc bûye.
Grûpa Îbrahîm Ehmed êrîş kirine ser sengerên Hêzên Pêşmerge û daxwaza xwe radestkirin û helgerînê ji wan kirine dijî şoreşê, lewma di 12ê Îlona 1964an de li sengerê Kêwe Reş a pişt qezaya Raniye Xalid Ehmed Feqê û hevsengerên xwe xwe nedane bi dest ve û bergirî kirine di wê êrîş û rûbirûbûnê de, Xalid Ehmed Feqê şehîd bûye.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





