Şehîd Xidir Elî Xidir, naskirî bi Xidirê Hacî Elî, sala 1938 li gundê Hemze Korî yê ser bi nahyeya Quştepe ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye. Heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê du kur û sê keçan bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Mehabad û Xanê niştecî bûye, piştî vegera xwe ji welatê Îranê, şandine xwarûyê Îraqê û li nahyeya Germeyê ya ser bi qezaya Rûmadî niştecî bûye heta sala 1979 vegeriyaye bajarê Hewlêrê.

Xidir Hacî Elî, sala 1966 pêwendî bi hêza Pêşmerge ya Şoreşa Eylûlê kiriye û di batalyona Ehmedê Hacî Elî yê birayê xwe de ku ser bi hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, bûye Pêşmerge. Beşdarî şerê Bawecî û şerê çiyayê Sefînê kiriye. 

Sala 1974 di şerê Bawecî de piştî şehîdbûna her du birayên xwe, bi sedema topbarana topxaneya Artêşa Iraqê, bi dijwarî birîndar bûye û şandine welatê Îranê, maweyê çar mehan li nexweşxaneya Tehranê ji bo wergirtina çareseriyê maye.

Sala 1979 pêwendî bi hêza Pêşmerge ya Şoreşa Gulanê kiriye û di hêza Seyîd Kake bûye Pêşmerge. Sala 1979 û piştî yek mehê ji bûna wî bi Pêşmerge, ligel 17 hevsengerên xwe çûne gundên derdora Bêstanê û Kerdizê ji bo encamdana çalakî partîzanî, li gundê Şîwe Pîran hêzeke serbaz û caşên rejîma wê demê ya Îraqê dorpêç kirine, Pêşmergeyan rûbirûyê Artêşa Iraqê bûne, Xidir Hacî şehîd û hevsengerên wî Şehîd bûne.  

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.