Jînenîgarî

 Xidir Mela Wesman sala 1923 li şikefta Şanedera ser bi nahiyeya Gorretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, lê bi eslê xwe xelkê gundê Binêbiyan e, herwiha li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, sala 1954 bawernameya peymangehê li zanîngeha Taşkentê di beşa çandinî de wergirtiye, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, sala 1959 wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Serçinar hatiye damezrandin. Piştî hilgirsa Şoreşa Eylûlê karê xwe dihêle û paşê piştî îmzekirina rêkeftinnameya sala 1970, vedigere ser karê xwe yê berê li Serçinar. Piştî nesko ya sala 1975 awareyê Îranê dibe, lê sala 1976 ji ber ku hevjîn û zarokên wî li Silêmaniyê bûn bi sedema sûdwergirtin ji lêborîna giştî û bi îzna serkirdatiyê vegeriyaye bo Silêmaniyê, ser ji nû ve di îdareya çandiniyê de hatiye wergirtin û paşê hatiye veguhestin bo fermangeha çandiniyê ya Mêrgesor, di 12ê nîsana 2011ê de li Hewlêrê koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 19ê tebaxa 1945ê de bi fermana dadgeha urfiya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945ê de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Mûrîkî kiriye, di 11ê çiriya pêşîn de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan ligel malbata xwe berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946ê de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, di 29ê nîsanê de beşdarî şerê Qerawa li navçeya Seqiz kiriye.

 Piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê di rêkefta 19ê adara 1947ê de beşdarî şerê Şino û Nexedeyê kiriye, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947ê de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947ê de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947ê de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetûr û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyanekê zêde, di 18ê hezîrana 1947ê de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947ê de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê çiriya pêşîn a 1947ê de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, Barzanî biryar dide kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkent a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949ê de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê distandin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbeجê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958ê li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959ê û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959ê de, xwe û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.

Di sala 1958ê de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959ê de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961ê ku Şoreşa Eylûlê hilgirsa, ji aliyê hikûmeta Îraqê hatiye girtin û bo dema 59 rojan li zindanê bûye û paşê azad bûye, bi sedema têkçûna rewşa tenduristiyê, neştergerî jê re hatiye kirin û piştî başbûnê bi tohmeta peywendîkirin ligel Pêşmerge bo dema sê mehên din ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye girtin û bi lêborîna giştî azad bûye û vegeriyaye navçeya Mêrgesor, paşê ligel hêza Hiso Mîrxan çûye navçeya Qeladizê û Çwarqurne, heta sala 1970ê di wê hêzê de bûye, di 24ê nîsana 1974ê de bi sedema bordûmana navçeya Qeladizê ji aliyê firokeyên hêza asmanî ya Îraqê, navbirî hevkariya komkirina şehîd û birîndaran kiriye li mizgefta Qeladizê.

 Di sala 1975an de piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê, wekî penaber berê xwe da Îranê û li komelgeha Zêwe bi cih bûye, di sala 1991ê de beşdarî raperîna Hewlêr û Kerkûkê bûye, ligel hêza Barzan li Xelîfan û Kanî Şekran û Sardawê bûye, di sala 1994an de ji ber şerê navxweyî li Selahedîn bi cih bûye, di 16ê kanûna yekem a 2010an de di kongreya sêzdehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber xebat û berxwedana wî di şoreşa duyem a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê û Şoreşa Eylûlê، Şoreşa Gulanê û raperînê de ji aliyê serok Mesûd Barzanî mîdalyaya Barzanî yê nemir jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  3. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plankirinê, yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.
  4. Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  5. Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
  6. Sefer Yûsif Mîrxan, Mam Xidir Mela Wesman: Eger Barzanî yê nemir nebûya niha tu kesek ji me bi zimanê kurdî nedaxivî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, rojnameya Xebat, hejmar 3450, Hewlêr, 20 nîsana 2010z.
  7. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  8. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxana Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  9. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
  10. Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkirinên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  11. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  12. Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Jajokî, 62 roj ligel Barzanî de çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  13. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  14. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).