Jînenîgarî

Yehya Ezîz Salih Ebdullah di sala 1965an de li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xwendekarê qonaxa sêyem a peymangeha teknolocî ya Hewêce bûye, diya Yehya Ezîz navê wê Xedîce Şerîf û birayên wî navên wan Zahir, Tahir û Luqman û xwişkên wî navên wan Xalîde û Macîde ye.

Xebatname

Yehya Ezîz kadroyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye, di sêyem sala xwendina xwe de li Hewêce di sala 1989an de bi sedema çalakiyekê eşkere dibin û ew û du hevalên xwe yên din vedigerin bajarê Hewlêrê û dest ji xwendinê berdidin, di sala 1990î de peywendî bi rêkxistinên نهێنی (nehênî) yên liqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dikin.

Di roja 11ê Adara 1991ê de Yehya Ezîz di azadkirina bajarê Hewlêrê de çek hildide û beşdarî raperîna cemawerî ya xelkê bajarê Hewlêrê bûye, di girtina bingehê polîsên taxa Azadî de li ser dîwar ve hewla çûna hundir daye û her ku gihaye hundir ketiye kemîna polîsên wê bingehê û çend fîşekên wî berketine û Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.