Jînenîgarî

Ziyad Welî Sediq Huseyn di sala 1946 li bajarokê Korê ji dayik bûye, qonaxa seretayî û navendî li heman bajarokî temam kiriye, peymangeha pîşesazî li bajarê Hewlêrê temam kiriye, paşê bûye fermanber di geştyariya seyrangeha Serê Reş, di Berwarî 11ê Adara 1991 piştî wê yekê serbazgeha Hewlêrê kontrol dikin û diçin nav wê, firokeyên rejîmê bombebarana serbazgehê dikin û navbirî Şehîd dibe.

Xebatname

Şehîd Ziyad Welî Sediq Huseyn, di wê demê de ku di sala 1969 xwendekar bûye li peymangeha pîşesazî ya Hewlêrê, peywendî bi rêkxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê kiriye. Piştî temamkirin û damezrandinê peywendî her dimîne û peywendî bi rêkxistina Pîrmam a ser bi navçeya Şeqlawa ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike.

Bi sedema hebûna xwendewariyeke baş dibe kadroyê beşa rêkxistina nav bajar a rêkxistina Pîrmam, di yek demê de kar bo rêkxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê dike li dibistan û peymangehên sînorê navçeya Şeqlawa û nav bajarê Hewlêrê, herwiha karê rêkxistinê bo rêkxistina Pîrmam dike li nav bajar ku rasterast peywendî ligel Umerê Mela Zade, Mam Resûl Feqî dibe.

Di nav salên (1979-1986) bo çend çalakiyên taybet li nav bajar çek hildaye, di serê sala 1991 careke din çek hildide û beşdarî raperîna gelê Kurdistanê dike ligel Pêşmergeyên rêkxistina Pîrmam, di Berwarî 11ê Adara 1991 serbazgeha bajarê Hewlêrê kontrol dikin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.