Jînenîgarî

Zîab Dir Zîab, sala 1909an li gundê Barzanî ser bi nahyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna bo Yekîtiya Sovyetê xêzandar bûye û xêzana wî bi navê Helîme Miqdad Îsmaîl bûye, xwediyê sê kur û keçikek bûne bi navên Huseyn (1937), Miqdad (1940), Xatûn (1942) û Ebdullah (1945), li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û karîye bawernameya peymangehê werbigire, her li Yekîtiya Sovyetê bo cara duyem jiyana hevseriyê ligel Galîne Profîsna pêk aniye û xwediyê kurek û keçikek bûne bi navên Elî (1954), Meryem (1958), piştî vegera wan ji Yekîtiya Sovyetê û hilgirsana Şoreşa Eylûlê sala 1966an xêzana wî ligel zarokên xwe vegeriyaye Yekîtiya Sovyetê, şarezayiya wî di zimanên kurdî û rûsî de hebûye, ji ber xerabiya rewşa keş û hewayê û ava pîs li qezaya Efeqî ser bi parêzgeha Dîwaniyê di 11ê kanûna pêşîn a 1975an de koça dawî kiriye û her li wir hatiye veşartin.

Di rêkefta 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalên Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepe kurê wî bi navê Huseyn Zîab (1937-1983) hatiye windakirin.

Xebatname

Zîab Dir Zîab sala 1931an tevlî refên Şoreşa Yekem a Barzan bûye, sala 1931an beşdarî şerê Berqî Beg bûye, sala 1943an tevlî refên Şoreşa Duyemîn a Barzan bûye, heman salê beşdarî girtina binkeyên polîsxaneyên Bilê û Barzan bûye.

 Di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya leşkerî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 11ê çiriya pêşîn a heman salê piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di Hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî kiriye.

 Di 15ê nîsana 1947an de ligel Şêx Ehmed Barzanî ji rûbarê Gader ku dikeve sînorê navneteweyî yê Îran û Îraqê derbas bûye, di 19ê nîsanê de biryar daye ku di bin fermandariya cenêral Mistefa Barzanî de di berxwedanê de berdewam be, di 23ê gulanê û piştî civîna berfireh a gundê Drê û biryara çûna bo Yekîtiya Sovyetê ligel hêzê diçe, di 18ê hezîrana heman salê de ji rûbarê Aras ku dikeve sînorê navneteweyî yê Îranê ligel Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek leşkeran ve pasewaniya wan dihat kirin û di warê xurek û kinc û hatûçûnê de wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin.

 Sala 1947an hatine veguhastin bo bajarê Şûş, di 13ê adara 1949an de ligel Mela Mistefa Barzanî û Seîd Mela Ebdullah bi firokeyê hatine veguhastin bo Çimbay li ser deryaya Oral. Di 1ê îlona 1951an de navbirî ligel Mela Mistefa Barzanî vedigere Taşkendê.

 Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi geşta Groziya di rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

 Beşdariya Şoreşa Eylûlê kiriye, di şerê Pîrs de beşdar bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye raguhastin bo başûrê Îraqê û li parêzgeha Dîwaniyê qezaya Efeqê hatiye niştecîkirin.

Çavkanî:             
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hevpeyvîna Govara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe digêrît, beşê duyê, Govara Metîn, Liqê 1ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sêyê, Dihok, Çapxaneya Hawar, kanûna duyê 1996z.
  3. Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  4. Heyder Farûq el-Samerrayî, Ziya Ce'fer we dewrûh el-siyasî we el-iqtisadî fî el-Îraq, (Londûn - Dar el-Hîkme - 2016m).
  5. Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
  6. Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  7. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
  8. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  9. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  10. Umer Farûqî, Serdar Dana zindegî we mûbarezat-e merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  11. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  12. Di bîranînên fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî de çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
  13. Leys Ebdulmuhsîn Cewad el-Zebîdî, Sewret 14 Temûz 1958 fî el-Îraq, (Bexda - Dar el-Reşîd lil-neşr - 1979m).
  14. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  15. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z). 
  16.