Akademîsyen û siyasetmedar doktor Çinar Se'ed Ebdullah, sala 1993an peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û sala 1995an peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 2005an bûye endama xûla duyem a Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê, sala 2006an bûye wezîra karûbarên şehîd û enfalkiriyan di kabîneya pêncem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de, sala 2010an û di Kongreya Sêzdehemîn de wek endama Encûmena Serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Jînenîgarî

Çinar Se'ed Ebdullah sala 1974an li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1995an bakaloryosa civaknasî û sala 2002an mastera civaknasî û sala 2006an bawernameya doktoraya civaknasî ji Zanîngeha Selahedîn-Hewlêr wergirtiye û wek mamoste li heman zanîngehê hatiye damezrandin, sala 2005an bûye endama xûla duyem a Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê û sala 2006an bûye wezîra karûbarên şehîd û enfalkiriyan di kabîneya pêncem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Şarezayê zimanên kurdî, erebî, farisî û îngilîzî ye.

Xebatname

Çinar Se'ed Ebdullah sala 1986an ji ber çalakiyên siyasî yên bavê xwe ligel malbata xwe koçberî welatê Îranê bûye û sala 1991an piştî raperîna başûrê Kurdistanê vegeriyaye niştiman, sala 1993an peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û sala 1995an peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye.

Sala 2005an bûye endama xûla duyem a Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê û endama lîjneya karûbarên perwerde û fêrkirina bilind, sala 2006an di kabîneya pêncem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûye wezîra karûbarên şehîd û enfalkiriyan.

Sala 2010an di Kongreya Sêzdehemîn de wek endama Encûmena Serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û hatiye kirin berpirsiyarê beşa pîşeyî ya desteya rêxistinên cemawerî û pîşeyî û sala 2017an hatiye kirin berpirsiyarê Mekteba Dîrasat û Lêkolîn û Akademiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Di 6ê çiriya paşîn a sala 2022an de di Kongreya Çardehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê  li bajarê Duhokê ji aliyê endamên kongreyê ve wek endama Komîteya Navendî hat hilbijartin

Çavkanî: