Jînenîgarî

Îsmaîl Şêxomer Îsmaîl, sala 1924an li gundê Têlê li qezaya Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Du caran jin aniye, cara yekem ligel Gul Şêx Yezdîn Mihemed û du kur û du keçên wan bi navên Beybûn, Adil, Hesen, Meqbûle hebûye, cara duyem ligel Lîmûn Ebdullah Şînû û çar kur û du keçên wan bi navên Emîre, Ebdulêmîr, Star, Lemya, Arif, Amir hebûye. Piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, sala 1959an wek fermanber li kargeha ristin û çinînê li Mûsilê hatiye damezrandin.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947an de yaweriya ceneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke mezin, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan a Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di rêkefta 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewldaneke mezin û şandina çendîn nameyan ji aliyê ceneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera ceneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.

 Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Sala 1962an beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye, di 31ê tîrmeha 1983an de di proseya Enfalê ya Barzaniyan de, ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Qûştepeyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hatiye windakirin.

Serçave:
  1. Erşîfî destey înskilopîday Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Hemîd Gerdî, Pûxtêy mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgay çap û belawkirdnewey Aras - Çapxaneya wezarety perwerde - 2004).
  3. Le yad daştî fermandey şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Roşenbîrî - 1997).
  4. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  5. Nass qerar leynet el-efw el-am bird el-iitibar ila şuhada sewret Barzan, mecelet Rizgarî, el-eded 3,2, el-metbe'et el-rabite, Bexdad, 1 nîsan 1959.
  6. Erşîfî destey înskilopîday, formî Îsmaîl Şêxomer Îsmaîl Silêman, le rêkewty 1 tîşrînî duwemî 2011- Pîrmam.