Şeker Mihemed Ehmed sala 1913 li gundê Sîlkê ser bi nahiya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyî welatê Tirkiyeyê bûye, zewicî bûye û xwediyê du keçan bûye bi navên Fehîma û Cemîa, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya peymangehê wergirtiye, li wir jî ji bo cara duyem jiyana hevjîniyê ligel Nezîra Fazil pêk aniye û du kurên wan hebûne bi navên Silêman û Şewket. Sala 1959 piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, Şeker Mihemed wek karmend li Şeqlaweyê hatiye damezrandin, şarezayiya wî di zimanê kurdî û rûsî de hebûye. Sala 1973 di şerê Çiyayê Pîrs de birîndar bûye, paşê tûşî nexweşiyeke kujer bûye û di heman salê de koça dawî kiriye û li gundê Sîlkê hatiye veşartin.
XebatnameŞeker Mihemed Ehmed, li binkeya polîsan a Bîre Kepra polîs bûye, di 15ê çiriya pêşîna 1943an de binkeya polîsan a gundê Bîrekeprayê radestî şoreşgeran kiriye û peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 20ê çiriya pêşîna 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsan a Zêtê bûye. Di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin, di 11ê çiriya pêşîna 1945an de piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê dibe Pêşmerge, beşdarî şerên Raşan, Şino û Mehabadê dibe.
Piştî rûxana Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û Deşta Berazgirê bi xaka Bakurê Kurdistanê bo devera Şêrwan û Mizûrî vegeriyaye, piştî vegera wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçoyê wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara Yekîtiya Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîna 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûne dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîna 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerêl Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û karê bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê peywendî bi hêza Pêşmerge ya Şoreşa Eylûlê kiriye, pileya amir seriye di nav hêza Pêşmerge de wergirtiye, beşdarî şerên Barzan, Diyana, devera Dolemeriyan û Mêrgesorê bûye, sala 1973an beşdarî şerê Çiyayê Pîrs li devera Akrê bûye.
Serçawe:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.
-
Sefa Caf, Şoreşa Nîştimanî û Neteweyî ya Eylûlê û Heybeta Es'ed Xoşewî, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2007z).
-
Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
-
Umer Farûqî, Serdar Dana Jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê – 2001z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959.
-
Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
-
Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darerşîd bo Weşanê - 1979m).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012z).
-
Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





