Êrîşa hikûmetê bo ser Bêstanê vedigere bihara 1968an, bi sedema kuştina serokfevcêkî çekdarê bi kirêgirtî (caş) ê ereb bi navê Şêx Eneş ku di 13ê Nîsana 1968an di kemînekê de li ser rêya Hewlêr-Goyêr nêzîkî gundê Tureq hat kuştin, karê vî şêxê ereb û mêrên wî ew bû ku êrîşî gundên Kurdnişîn bikin û talankariyê bikin û azar û êşkenceya gundnişînên Kurd bidin, nêzîkî 10 Kurdên bêtawan şehîd kiribûn, di êrîşa ser gundê Telxêmê ya binariya çiyayê Qereçox di 6ê Hezîrana 1963an de ew bi xwe û çekdarên wî beşdariyeke berçav hebûn digel Heres Qewmî û hêzên din ên hikûmetê ku tê de çar Pêşmerge û du welatiyên gund şehîd bûn..

Diyar e sedema kuştina Şêx Eneşê serokcaş vedigere helwesta tund û dijminane û destdirêjîkirina bo ser berjewendiyên wan welatî û gundnişînan ku bi wî awayê hatî behskirin reftar digel wan kiribû, bi taybetî di tola şehîdbûna du birayan bi navên Enwer û Tayir di êrîşa ser gundê Telxêmê ya sala 1963an de.

Derbarê helwesta hikûmeta Îraqê li hember bûyerê, her digel kuştina navborî wezareta berevaniyê daxuyaniyeke tund belav kir û êrîşeke ji nişka ve bo ser Pêşmerge ragihand, her di heman rojê de piştî nîvro lîwaya sêyem a artêşa Îraqê êrîşî Pêşmerge kir li gundê Bêstanê yê ser bi Deşta Hewlêrê ku şerekî dijwar ê sê saetî jê ket, lê hêza Pêşmerge ya Deşta Hewlêrê bi fermandariya Faris Bawe gelek bi tundî rûbirûyî wan bûn, piştî hatina holê ya şerekî germ Pêşmerge karîn hêza artêşa Îraqê dorpêç bikin û efser û serbazên zêde ji wan bikujin, paşê bi rêya gotûbêj û rêkeftinê Pêşmerge rêya paşvekişînê da wan û artêşa wan bi têkçûyî vegeriya paş.

Pêwîst e em wê jî bibêjin ku çend roj beriya kuştina Şêx Eneş yanî di 5ê Adara 1968an de serokcaşekî Kurd bi navê Hewêz Mam Yehya li nêzîkî bajarê Koyê ji aliyê Pêşmerge ve bi serkirdatiya Eref Osman Yûsif û Doktor Xalid Seîd kemîn jê re hat danîn û hat kuştin, ku gelek alîgirê hikûmetê bû û kesekî gelek dilreş jî bû li hember Pêşmerge, lê hikûmetê ne helwest nîşan da û ne jî behsa wê kir, lê ji bo serokeşîrekî ereb ew hemû hewar û êrîşkarî da holê.   

     

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî، Barzanî û Bizûtneweya Rizgariya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, ç: yekem 2004.

2- Seyîd Kake، Bîranîna Pêşmergeyekî, çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê, çapa yekem, 1997.

3- Arî Kerîm، Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, çapxaneya Xebat, Dihok 1999.

4- Xurşîd Şêre، Xebat û Xwîn, bîranînên salên xebata pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.