Hikûmeta Îraqê ku şer li ser Kurdistanê sepand, sala 1974an êrîşên xwe bi awayekî bo ser navçeyên şoreşê destpêkir û hemû şiyanên xwe yên serbazî xiste kar, artêşeke mezin a zexm a bi sedan hezar serbaz û bi sedan tankên modêrn û hemû cure çekên asmanî û hêza asmanî bi kar anî da ku vê carê şoreşê bi carekê ve bi dawî bîne.
Helbet di hemû şoreş û serhildanekê de çiyayên bilind cihê xweragirî û bergiriya şoreşê bûn, her tim Pêşmerge di bergiriyê de pişta xwe pê ve girêdida, Artêşa Iraqê jî bi heman awayî xwest pêşî desteserî bilindahiyan bike, ew xetên bergiriyê yên Pêşmerge têk bişkîne ku li çiyayên wek Kêwereş, Makok û Karox hene da ku cihên nizm ên deştan bikevin bin metirsî û bandora serbazî. Li gorî wê, rejîma Îraqê nexşe û plana wê wiha bû ku di mehên Tebax û Îlonê de êrîşên xwe bo ser navçeyên şoreşê bi awayekî çir bike berî hatina demsala sermayê û seqema zivistanê desteserî cihên stratejîk bike.
Her çend Artêşa Iraqê ziyanên mezin dîtibûn di wan êrîş û pelamaran de ku dikir ser sengerên Pêşmerge, lê di şalavhênanê de her berdewam bû bi piştgiriya hêza mezin a asmanî û pisporên serbazî yên Yekîtiya Sovyetê û çekdarên kirêgirtî (cahş), dema ku artêşê karî li çiyayê Kêwereş pêşrewî bike û desteserî berê rastê bike, hêza piyade ya 1 û hêza 12 ya zirêpoş bi piştgiriya ketîbeya tankan a 3 pêşrewiyên xwe ber bi Geliyê Sengeserê destpêkirin, ku dikeve serê çiyayê Asos li aliyê rastê û serê çiyayê Kêwereş li aliyê çepê ve ku rêya Ranya – Qeladizê pê re derbas dibe.
Li hember wê hêza zexm a Artêşa Iraqê ku bo dagirkirina bajarê Qeladizê rêya wan dibirî, batalyonek ji Hêza Kawe û batalyona Asos senger girtibûn li Geliyê Sengeserê ku tenê cih bû bikarin asteng li ber êrîşa artêşê çêbikin û nehêlin bigihîje Qeladizê, ew jî bi danîna mînên dijî tank û dijî mirovan û têkdana rê û danîna gajeberdên mezin li rêyê, Artêşa Iraqê di plana êrîşkarî de sil nedikir, Pêşmerge jî di bergiriyê de bû ku berengariya hev bûn şer û pevçûnan dirêjahiya xwe hebû û maweya nêzîkî 10 rojan kişand, her çend Artêşa Iraqê ziyanên mezin ên canî û madî hebûn lê bo gihîştina bi Qeladizê her tim pêdagirî dikir, herwiha di Hêzên Pêşmerge de jî Şehîd û birîndar hebûn, di encamê de Artêşa Iraqê karî di 19ê Tebaxa 1974an de biçe nav bajarê Qeladizê û desteser bike.
Diyar e bi dagirkirina Qeladizê ji aliyê Artêşa Iraqê ve Pêşmerge destewestan nebû, belkî di çalakiyên serbazî yên xwe de her berdewam bû, di 3ê Îlonê de êrîşek kirin ser serbazgeheke Artêşa Iraqê li Tuwe Suran ku dikeve ser rêya Ranya - Qeladizê, pêşî bi topbarana serbazgehê êrîşê destpêkir paşê hilkişiyan ser molgeha serbazî û karîn ziyaneke mezin li artêşê bidin, ewqas mabû ku desteserî serbazgehê bikin, lê bi sedema Şehîd bûna Fermandeyê Pêşmerge Ezzedîn Qere Mihemed dest ji girtina serbazgehê berdan û paşekişe bi Hêzên Pêşmerge kirin.
Çavkanî:
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd, bergê sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem – Hewlêr, 2004.
-
Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbazî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.
-
Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 Jiyan û rola siyasî û serbazî di bizûtneweya rizgarixwazî Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.
-
Melazim Xidir Ebdullah Debax, Bîranînên min û topxaneya Şoreşa Eylûla Mezin çapxaneya Rewşenbîrî, çapa sêyem, Hewlêr – 2020.
-
Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê, bingehdanîn û heltekandin, 1961-1975. Çapa çarem, 2021.





