Jînenîgarî

Şêxomer Meran Hesen, sala 1920an li gundê Dêzoyê yê nahiya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor a ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye, zimanê Kurdî û Rûsî zaniye. Sala 1991an wek penaber rû kiriye Komara Îslamî ya Îranê û heman salê li komelgeha Zêweyê koça dawî kiriye.

Xebatname

Jeneral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê ligel hevalên xwe dike û wan serpişk dike di manê an çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de yaverya Jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Qetur û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel tevahiya hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê ji bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane ji bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Ceifer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide ji bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navborî di meha mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera Jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.  

 Beşdariya Şoreşa Eylûlê kiriye û di şeran de beşdar bûye.

Çavkanî:

1-Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).

2-Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

3-Di bîranîna fermandeyê Şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).

4-Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

5-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.