
Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Şerê Dola Vajê wekî girîngtirîn şerê şoreşa yekem a Barzan tê danîn ku di 3ê nîsana 1932an de di navbera hêzên Barzan û hêza hikûmeta Îraqê de ji qola Mêrgesorê ve rû da. Bi şikestina hêzên hikûmetê û serkeftina hêza Barzan bi dawî hat.

Di 31ê tîrmeha sala 1983an de di qonaxa duyem a proseya Enfalê de Barzaniyan bi komî mêr û kurên Barzaniyan li kampa zorê ya Quştepe bi destê hêzên rejîma Beis hatin girtin û bêserûşûn bûn

Komkujiya Barzaniyan - Kampa zorê ya Qoshtepê

Komkujiya Barzaniyan - Kampa zorê ya Behirkê

Hevpeyvîn bi Kazim Şanaderî re, Hevsengerê Barzanî li Yekîtiya Sovyetê - Beşa yekem

Hevpeyvîn bi Kazim Şanaderî re - Beşa II

Hevpeyvîn bi Kazim Şanaderî re - Beşa dawî

Hevpeyvîn bi Kazim Şanaderî re - Beşa III

Dîtina gorên bi kom û vegerandina termên qurbaniyan

Şerê Dolavazê - Şoreşa yekem a Barzan

Konferansa 60 saliya Şoreşa Îlonê

Di vê beşê de ji rêze filmên belgeyî yên şoreşên Barzan, bûyerên sala 1945an berî destpêkirina şer, Hewldanên serkirdayetiya şoreşê ji bo pêşîgirtina şer, piştre behsa amadekariyên her du aliyan ji bo rûbirûbûna piştî têkçûna danûstandinên di navbera şoreş û hikûmetê de û bandora Brîtanya li ser têkçûna danûstandinan tê kirin.

Berxwedana şoreşgerên Barzan li dijî hêzên herdu welatên Iraq û Brîtanyayê di navbera salên 1930-1932’an de, babetên meydanî yên Zêtê û serkeftina hêzên şoreşger ên Barzan û xistina balafira şer a Brîtanîyayê li navçeya Şêrwanê û koçkirina Barzaniyan ber bi sînorê Tirkiyê ve ji girîngtirîn mijarên vê belgefîlmê ne.

Di vê beşê de ji rêze filmên belgeyî yên şoreşên Barzan, rewşa Barzanîyan piştî koçkirina wan bo Rojhilatê Kurdistanê, ragihandina Komara Kurdistanê û avakirina hêza çekdar a Barzan ji bo parastina Komara Kurdistanê hatiye behs kirin, mijarên herî girîng ên vê beşê: Çêkirina hêza Barzan, êrîşa artêşa Îranê bo ser komarê, şerê Qarawa, şerê Mile Qerenî, belavbûna taya Ta'unê a kujer di nav Barzanîyan de û damezrandina Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê.

Di vê beşê de ji rêze filmên belgeyî yên şoreşên Barzan, rewşa Barzanîyan piştî koçkirina wan bo Rojhilatê Kurdistanê, ragihandina Komara Kurdistanê û avakirina hêza çekdar a Barzan ji bo parastina Komara Kurdistanê hatiye behs kirin, mijarên herî girîng ên vê beşê: Çêkirina hêza Barzan, êrîşa artêşa Îranê bo ser komarê, şerê Qarawa, şerê Mile Qerenî, belavbûna taya Ta'unê a kujer di nav Barzanîyan de û damezrandina Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê.

Piştî ku di 6ê Adara 1975an de Sedam Huseyn, Cîgirê Serokkomarê Iraqê, û Mihemed Riza Şahê Îranê, li kêleka lûtkeya Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) li Cezayîrê gihîştin peymanekê — an rasttir, Sedam di berdêla lêdan û dorpêçkirina Şoreşa Îlonê de beşek ji ax û avên Iraqê xist bazara bazirganiyê — di encamê de Şoreşa Mezin a Îlonê ji ber zextên hevbeş hêzên Pêşmerge ji eniyên rûbirûbûnê paşve kişand. Ji bo parastina gelê Kurdistanê, rêberiya şoreşê biryara rawestandina demkî ya têkoşîna çekdarî da. Tevî efûyên giştî yên li pey hev ên rejîmê û tehdîd û zextên rejîma Şah li dijî şoreşgeran ji bo ku vegerin û dest ji rêberiya xweragir a şoreşê berdin, hejmareke mezin ji şoreşgeran red kir ku vegerin bin desthilata hikûmeteke ku li dijî mafên gelekî amade bû şerefa xwe bifroşe. Di bin zextên navneteweyî de, wan penaberên şoreşger ku pişta xwe nedan rêberiyê, di destpêkê de li herêma Zêwe ya Rojhilatê Kurdistanê di konan de hatin bicihkirin. Paşê bi alîkariya şoreşê û rêxistinên navneteweyî mal ji wan re hatin avakirin. Tevî ku kampa Zêwe qada leşkerî nebû, rejîma Partiya Baas ji bo şikandina îradeya gelê şoreşger ê Kurdistanê, di berbangê 9ê Hezîrana 1985an de, di meha pîroz a Remezanê de, bi 8 balafirên MiG-32, ji bo 15 deqeyan kîna xwe ya şovenîst li ser canê bêguneh ê penaberên kampa Zêwe — ku piraniya wan bi rojî bûn — rijand. Nêzîkî 150 welatiyên bêguneh, di nav de jin û zarokên penaber û koçber, şehîd kirin û zêdetir ji 400 kesên din birîndar kirin. Piraniya wan zarok û xwendekar bûn ku ji bo wergirtina encamên dawî yên salê çûbûn dibistanên xwe. Wekî rastiyek, her dema dijmin li qada şer li hember hêzên Pêşmerge têk diçû, ji bo tolhildanê êrîşî welatiyên bêparastin ên kampan dikir û penaber û gelê ji şer dûr dikir hedef. Wekî berê di havîna 1983an de li dijî Barzaniyên li kampên bicihkirina bi zorê yên hundirê welatê kiribû. Ev sûc tenê ji rejîmên bi hişmendiya leşkerî dikare derkeve, ku nizanin îradeya gelê Kurdistanê ji bo mayîn, têkoşîn û berxwed…

Di 12ê Îlona 2021ê de bi boneya şêstê a salvegera şoreşa Îlonê li bajarê Duhokê konferansek hat lidarxistin.

Di 5ê Îlona 1988an de pêşmergeyên qehreman li Xewkurkê destaneke dîrokî tomar kirin. Di vê dastanê de dijmin gelek çekên giran û qedexe bikar anîn Hêzên ku beşdarî vê dastanê bûne ev bûn: Hêzên Liqa 2, Liqa 3, Liqa 4, Hêza Barzan, Hêza Penaberan, Hêza Hemrîn, Hêza Parastina Netewî û Hêzên Partiya Komunîst Di vî şerî de hêzên dijmin derbeyên giran xwarin û 63 pêşmerge birîndar bûn û 28 pêşmerge jî şehîd bûn.

dever: Rêya gişti a Duhok-Amediyê- Sala Çalakiyan: 1987 Hêzên beşdar: Navçeya Şêxan, hêzeke Partiya Komonîst a Iraqê, çend hêzên din li deverên Duhok û Şêxan û hêzeke berevaniya niştimanî. Ziyanên artêşa dagirker: girtina sêzdeh baregehên leşkerî yên balafirgeha Bamarnê navenda Tabûra Sînor û Tabûra 140 û kuştin û birîndarkirina 158 leşkeran û zêdetir ji 215 çekên cur bi cur û 20,000 gule.

Qada çalakiyê: Rêya giştî ya di navbera Bêgova - Bamernê de Sala çalakiyê: 1986 Hêzên beşdar: Komîteya Navçeya Amêdiyê û hêzeke Partiya Komunîst a Iraqê Ziyanên artêşa dagirker: Bi dîl girtina çar leşkeran û têkbirina amûreke leşkerî Serkeftin: Amûreke racal, 24 sacor, 10 kalaşnîkov û yek R.B.G

Girtina navenda Tabûra Sutkê Sala çalakiyê: Gulana 1987 Qada çalakiyê: Gundê Kşîşê yê devera Barwarî Bala Hêza beşdar: Komîteya Navçeya Amêdiyê Ziyanên dijmin: desteserkirina sê baregehên tabûrên dagirker, tabûra 111’emîn a Çeteyan û Rabayayên derdor. Destkeftên Hêzên Pêşmerge: Desteserkirina 43 leşker û Çeteyan, cebilxane, hejmarek çekên curbecur, kêzikek, zirxek û IVAyek leşkerî.

Dîroka Kongire û Şoreşên Partiya Demokrat a Kurdistanê

Vedîtina gorên komî û anîna termên qurbaniyên jenosîda Barzanî ji çolên başûrê Iraqê.

Di 10ê Tebaxa 1983an de, çend kampên bi darê zorê, ku Barzanî lê diman, hatin dorpêçkirin, wek kampa Herîr, û mêr û xortên Barzanî hatin lêgerîn, hinek hatin girtin û şandin çolên başûrê Iraqê û li wir winda kirin, Ji ber ku berê nûçe hebû ku hêzên rejîma Be's dê êrîşî van komînan bikin, bi şensê hin kesan xwe rizgar kirin.

Di 10ê Tebaxa 1983an de, çend kampên Barzaniyan yên bi darê zorê hatin dorpêçkirin, wek kampa Diyana, mêr û xortên Barzanî bi komî hatin girtin û şandin çolên başûrê Iraqê û li wir winda kirin.

Di 31ê Tîrmeha 1983an de, di qonaxa duyem a proseya Enfala Barzanîyan de, mêr û xortên Barzanî li kampa Quştapa ji aliyê rêjîma Be's ve hatin girtin û windakirin.

Di 10ê Tebaxa 1983an de, li kampa bi zorê a Behrkê, mêr û xortên Barzanî bi kom ji aliyê hêzên rejîma Be's ve hatin girtin û piştre hatin windakirin

Derketina Mela Mistefa Barzanî û rêhevalên wî ji Başûrê Kurdistanê bo Rojhilatê Kurdistanê û beşdarîkirina di Komara Kurdistanê de


Rêwîtiya dîrokî ya nemir Barzanî û hevalên wî li sînorê sêgoşe yên Iraq, Îran û Tirkiyê û behsa van bûyer û şeran dike û her wiha behsa şehîd û birîndaran dike.

Kazim Şanederî serhatiyên derbazbûna ji çemê Aras vedibêje.

Şerê Dola Vajê wek şerê herî girîng ê şoreşa Barzan a Yekemîn tê hesibandin ku di 3ê Nîsana 1932an de di navbera hêzên Barzan û hêzên hikûmeta Iraqê de li aliyê Mêrgasorê rû da. Bi şikestina hêzên hikûmetê û serkeftina hêzên Barzan bi dawî bû.

Di vê beşê de ji rêze belgefîlma berxwedanên Barzan, dawiya Şoreşa Barzan a Yekemîn û koçberbûna rêberên şoreşê bo Tirkiyê, vegera wan bo Iraqê û nebûna sozên rayedarên Iraqê li hember wan, veguhestina wan ji bo bajarên başûr û naverasta Iraqê û piştre jî bo Silêmaniyê, di dawiyê de jî bi kurtî behsa salên mayîna li Silêmaniyê û hewlên Serok Mistefa Barzanî ji bo birêxistinkirin û derbazbûna Rojhilatê Kurdistanê tê kirin. Beşa duyem ji rêze belgefîlmên şoreşên Barzan - şoreşa Barzan a yekem Berxwedana şoreşgerên Barzan li dijî hêza herdu welatên Iraq û Brîtanyayê di navbera salên 1930-1932 de, pirsgirêkên meydanî yên Zêtê û serkeftina hêzên şoreşger ên Barzan û xistin xwarê a balafireke şerker a Brîtanî li devera Şêrwan û koçkirina Barzaniyan ber bi sînorê Tirkiyê ve ji mijarên herî girîng ên vê belgefîlmê ne.

Di vê beşê de ji rêze belgefîlmên şoreşên Barzan, bi kurtî behsa têkiliyên siyasî yên şoreşê tê kirin, di mijarên herî girîng de: Danûstandinên hukûmetê yên 1944-an bi serkirdayetiya şoreşê re, lihevkirina di navbera her du aliyan de û avakirina komîteyeke pêwendiyan, bandor û çalakiyên partiya Hiwa, pêwendiya şoreşê bi(J.K) û Nûnerên Sovyetê li Rojhilat, avakirina komîteya azadî û lêgerîna rêberê şoreşê Mistefa Barzanî li navçeyên Kurdistanî ji bo bidestxistina piştevaniya eşîretan ji şoreşê re.

Di vê rêze belgefîlmê de, bûyerên piştî vegera Mistefa Barzanî di sala 1943an de ji Silêmaniyê bo devera Barzan, hewldanên lihevkirina bi hikûmetê re û destpêkirina Şoreşa Barzan a Duyemîn bi kurtî tê vegotin. Girîngtirîn mijarên vê beşê ji rêzefîlma belgefîlmên şoreşên Barzan: Amadekarî û vegera Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo Rojhilatê Kurdistanê û piştre bo devera Barzan. Hewldanên Mistefa Barzanî yên ji bo lihevkirina bi hikûmetê re. Serdana Mistefa Barzanî bo deverên cuda yên Kurdistanê û pêwendîkirin bi rêxistinên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê. Amadekariyên hikûmetê ji bo êrîşkirina li ser Barzan. Destpêkirna şer û girtna bingehên polîsên hkûmetê Dorpêçkirina baregeha leşkerî ya Mergasorê. Şerê navdar ê Meznê.