Piştî hilgirsiya Şoreşa Eylûlê bi rêberiya serok Mistefa Barzanî û bi sedema tengavkirinên rejîmê, Çapxaneya Xebatê bo navçeyên azadkirî hat veguhestin û dest bi kar kir. Li ser wê bingehê di sala 1963an de, tîpên çapê (hurof) bi dizî ji Bexdayê hatin anîn û ligel wê qalibek anîn û tîpên xwe yek li pey yek rêz dikirin û bi şêweyekî gelek sade rolê wan li ser didan. Dûre, serkirdatiya şoreşê biryar da pêşdebirina çapxaneya şoreşê bide, ew bû di zivistana 1964an de, çapxaneyeke biçûk û kevn peyda kir ku ji aliyê Ehmed Deştî û Mistefa Raber ve ji Hewlêrê gihîşt navçeyên azadkirî yên şoreşê û li gundê "Sunê" yê navçeya Qeladizê hat damezrandin û serperiştiya wê jî bi Hebîb Mihemed Kerîm hat spartin. Paşê bi biryara serok Mistefa Barzanî, amûrê laynotayp û çapa otomatîk jê re hat dabînkirin û heta nesko ya şoreşê berdewam bû.
Her çend piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê beşeke zêde ji kelûpelên ragihandinê ji dest çû ku Çapxaneya Xebatê yek ji wan bû, lê ligel destpêkirina Şoreşa Gulanê, serkirdatiya partiyê careke din nivîsgeh û beşên partiyê vekirin ku beşa ragihandinê û Çapxaneya Xebatê di bin sîwana wê de hat damezrandin. Sereta hinek amûrên çap û belavkirinê wek çapxaneya destî û dezgeheke ronyo hatin dabînkirin.
Dûre di qonaxa şoreşa Gulanê de çendîn amûrên nû bi kar anîn wek taypa elektronî, fotokopî (istinsax), foto estênsêl, amûrê klîpsa karebayî, birîna kaxezan bi kaxezbirra mezin, ronyoya pêşketî û foto estênsêla elektronî ku amûreke gelek hûrbin û nazik û karamade bû.
Rol û erka çapxaneyêÇap û nivîsîn di Çapxaneya Xebatê bi sê şêwazan dihat encamdan:
Yekem: Amûrên kevn [1].
Duwem: Laynotayp [2].
Sêyem: Tayp û ronyo [3].
Di Şoreşa Eylûlê de stafê taypîstê ragihandinê ev bûn:
Rehîm, Ehya Xidir, Sefer Zekî, Sîrwan, Ezîz Hesen Silêman, Fayiq Akreyî, Mecîd Hemewendî û Necat Semed Seîd, Ezîz Hesen Silêman, Seîd Ezîz, Yasîn, Soran, Celal Xidir Îsmaîl.
Ragihandin û çap di serdema serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê:Partiya Dêmokrata Kurdistanê di 26ê gulana 1976an de di bin navê serkirdatiya demkî de careke din hilgirsiya xebata çekdarî ragihand û navê şoreşê Gulan lê hat danîn, serkirdên wê qonaxa xebata partiyê bi dizî û dûr ji çavên hêza emnî ji Rojhilatê Kurdistanê (welatê Îran) xwe gihandin nav axa Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) karîn peywendî bi wan hêz û deste çekdarên Pêşmerge ku piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) xwe radest nekiribûn û karîbûn xwe li ser sînoran biparêzin bikin, ji bo gihandina nûçeyên destpêkirina şoreşê û çalakiyên Pêşmerge bo gelê Kurdistanê bîr li damezrandina hobeyeke taybet bi vî karî di bin navê (Hobeya çapemenî û belavokên partiyê û şoreşê), kirin û bi vî awayî yekem gava ku dûre damezrandina Çapxaneya Xebatê jê ket, hat avêtin. Ew kadirên ku kar tê de kiribûn, Ehmed Deştî, Şehîd Cebar Hacî, Yûsif Ebdulqadir û ciwanekî din bi navê Xalid bûn.
Dawiya sala 1979an û piştî Kongreya nehem a partiyê û destbikarbûna mekteba siyasî ya hilbijartî ya nû, beşên mekteba siyasî jî hatin damezrandin, Felekedîn Kakeyî erka berpirsiyariya beşa ragihandina mekteba siyasî ya partiyê girt ser milê xwe û wê demê navê vê hobeyê bo Çapxaneya Şoreşê hat guhertin û ji hobeyên deste ya nivîskaran, çap, arşîv, însat pêk hatibû.
Seretaya sala 1980an ew kadirên mekteba siyasî ku berê erka nivîsandina nivîsar û belavokên mekteba siyasî û endaman li ser milê wan bû bi vî awayî hatin dabeşkirin: Şewket Şêx Yezdîn û Îcra Seîd rêkxistin, Mecîd Mihemed Mizûrî û Kemal beşa serbazî, Tofîq Selîm, Elî Goran, Kemal Dolemerî hobeya ragihandinê bûn.
Ew kadirên ku di Şoreşa Gulanê de di Çapxaneya Xebatê de kar dikirin, ev bûn:Elî Mistefa Îsmaîl Goran nasraw bi (Bêkes), heta sala 1980an berpirsê çapxaneyê bûye, Tofîq Selîm bi navê şoreşgerî (Bawer), ku di 21ê adara 1981- 1993an de wek berpirs erk bi cih dianî.
Krîstof Yelda Terxan bi navê dizî (Rêbwar Yelda), cîgir.
Can Cebelî Şabo, dîzayner û xweşnivîs li navçeya Xnêrê û sala 1982an peywendî bi Çapxaneya Xebatê re kiribû.
Mihemed Îlyas Xidir Yûnis Zêbarî nasraw bi (Hejar), çap û fotostênsêl, ronyo û tayp.
Adem Qadir Hesen (Bêxew), rezma taypa erebî.
Ebdulsetar Me'rûf Kurêmeyî nasraw bi (Kurdo), karê rezme û tedarîkat.
Feyisel Emîn nasraw bi (Kurdo) karê rezme û foto û ronyoyê dikir.
Rizgar Mihemed Mistefa nasraw bi (Rizgar Dolemerî) ku di sala 1983an de li Lolan peywendî û karê fotostênsêl, ronyo, tayp û karê hunerî kiriye.
Şakir Umer Akreyî poster û rezmam.
Serbest Sadiq Akreyî rezme û klîpkar.
Ehmed Qerenî Akreyî karê heleqin û zimanewanî û taypa latînî.
Ebdullah Mûşîr bi navê şoreşgerî (Hêmin), Pêşmergeyê çapxaneyê, di topbarana artêşa Îraqê de şehîd bû.
Şeban Tahir di bin navê dizî (Şivan) Pêşmergeyê çapxaneyê bû.
Serdar Bamerinî karê wênegirî û rotûşê di Çapxaneya Xebatê de dikir.
Aras, endazyar û karê teknîkî, tedarîkat û pêdiviyan.
Yûsif Ebdulqadir wênekêş û xetxêz bû.
Elî Mûşîr Kerkûkî, tayp, paşê bû Şehîd.
Qismet Hacî Mîrxan
Behçet Teymez Ereb
Îhsan Selîm Baclûrî
Rizgar Mayî, Rizgar Kemehî û Şakir Umer di sala 1983an de li Lolanê peywendî bi beşa çapxaneyê re kirin.
Çapxaneya Xebatê Di meha gulanê ya sala 1982an de bo navçeya Şêxan û paşê bo Kergewzinî ya Başûrê Kurdistanê hat veguhastin heta meha tebaxê ya sala 1982an û paşê bo pişt çiyayê Peyman li pişt gundê Lolanê hat veguhastin û dest bi çêkirina bingeh û baregeha çapxaneyê kirin. Piştî wê beşa teknîkî ya îstgeh û nivîsandinê, doktor Nasih Xefûr Remezan û Fazil Zorab hatin wê navçeyê heta sala 1984an û wê demê Dijwar Fayiq, Husnî Casim (Hozan Birîfkanî), peywendî dikin û bi giştî ev ew kadro bûn ku di çapxaneya şoreşê de kar dikirin.
Di salên 1992-1993an de, hejmarek kadroyên jin jî beşdar bûn, wekî Suad Kakeyî, Krîstîna Yûsif Braymûk, Rûnak Yûsif Braymûk, Sare Mesîhî, Samî Silêwe, Bernadêt Silêwe, Hêro û Peyman.
Ew karên ku di heyama jiyana şoreşgerî de hatine kirin di warê siyasî, rewşenbîrî, edebî, serbazî, tenduristî û hişyariya rewşenbîrî de li Çapxaneya Xebatê pêk hatibû ji namilke û rêberên serbazî, rêkxistin, tenduristî, xwe-parastin, pirtûk û pertûk, dîwan û berhemên edebî û belavokên rêxistinên cemawerî û pîşeyî. Ji bilî wê, li gorî şiyan û demê alîkariya rêxistin û komelên Kurdistanî û Îraqî dikir.
Veguhastina berdewam a cihê çapxaneyêJi ber bordûmana berdewam a firokeyan û parastina jiyana karmendan, çapxane berdewam di veguhastinê de bû. Di sala 1965an de bo gundê Lîwjê yê navçeya Nawdeştê hat veguhastin, paşê di nîveka sala 1966an de bo gundê Surebanê yê navçeya Qendîlê û dawiyê bo gundê Memî Xelanê nêzîkî Çomanê heta nesko ya Şoreşa Eylûlê li wir ma. Di sala 1975an de piştî rêkeftinnameya Cezayîrê û nesko ya Şoreşa Eylûlê bo ku çapxane nekeve destê rejîma Îraq û Îranê, karmendan çapxane teqandin, tenê amûra kevn a biçûk hat hildan. Di Şoreşa Gulanê de jî ji ber bordûmana firokeyên rejîma Îraqê, berdewam di veguhastinê de bû li gundên Mêrgemîrê, Girdezinê, Kêleşîn, Bêrkmê, Lolan, Xinêre, Malemelayî, Mêrgehewşê û Dolê. Piştî raperîna 5ê adara 1991ê, baregeha çapxaneyê vegeriya nav bajêr û di sala 1993an de bo parêzgeha Dihokê hat veguhastin û di 2008an de navê wê bû Çapxaneya Xanî, niha ew çapxane bi nûtirîn amûrên serdemê di karê çapemeniyê de berdewam e.[*]
[1] Amûr di sindoqeke darîn de bi şêweyê xane xane hatibû çêkirin û her xaneyekê tîpek tê de hebû. Karmendekî rêkxistina tîpan peyv dixwendin û tîp li pey hev rêz dikirin heta rûpel temam dibû.
[2] Bikarhêner tîpan dinivîsand, amûrê hemû tîp ji bo çêkirina xetek a temam a nivîsandinê kom dikirin û paşê xet ji bo çêkirina rûpelê temam bo çapkirinê dihatin danîn ser hev.
[3] Hejmarek kadro bi amûrên tayp û ronyo li ser sîstema estênsilê herîrî babetên xwe çap dikirin.
Çavkanî:
1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (Çapxaneya Roksana- Hewlêr- 2021)
2- Dilşad Mistefa Wesanî, Xebat berdewam e, kurteyek derbarê rojnameya Xebatê, 1959-2019, çapa yekem, (Hewlêr- 2001).
3- Felakdîn Kakeyî, Sefhat min elam el-Partî minze am 1974 heta întîfaze azar 1991, Kovara Metîn, lîqa yekê Partiya Dêmokrata Kurdistanê- Yekgirtû, hejmar 51, nîsana 1996an
4- Ezîz Hesen Silêman, Çemek li bîranînên mamosteyekî şoreşa mezin a Eylûlê, Kovara Peyama Eylûlê, Komelaya Mamosteyên Şoreşa Mezin a Eylûlê, hejmar 37, Hewlêr
5- Ferhad Ewnî, Rojgarm awa têperî, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2016).
6- Tofîq Selîm, Kovara Xazir, hejmar 37, tîrmeha 2010an, Xebata rewşenbîrî û ragihandinê li çiya,
7- Tofîq Selîm Akreyî, ((Çapxaneya Xebat û rewşenbîriya çiya)), Kovara Xazir, hejmar 38, Berdereş, tebaxa 2010an
8- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, pelgeya hejmar, CH-59, deqa hevpeyvînê li gel Tofîq Selîm
9- Musedeq Tovî û Îsmaîl Badî, Rêberê parêzgeha Dihokê, çapa yekem, (Çapxaneya Hawar- Dihok- 2010).
10- Hevpeyvîn li gel berpirsiyarê dezgeha Eylûla Akrê, Tofîq Selîm di dîroka 2ê mijdara 2025an.
11- Hevpeyvîn li gel Rêbwar Yelda di dîroka 2ê mijdara 2025an.
12- Hevpeyvîn li gel Mihemed Îlyas bi navê نهێنی Hejar di dîroka 2ê mijdara 2025an.





