Îsmaîl Ewla Hemet Îsmaîl di sala 1954an de li gundê Aşokan ê ser bi devera Beranetiya parêzgeha Hewlêrê hatiye dinê, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, xwendekarê qonaxa navendî bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê tevahiya malbata wî awareyê Welatê Îranê bûne û heta sala 1991an derfetê vegerê nebûne û li bajarokê Xanê niştecî bûne, Îsmaîl Ewla zewicî bûye û navê hevjîna wî Sêwê Resûl Osman bûye û xwediyê kurek û du keçan bûye bi navên Barzan, Hediye û Xezal.
XebatnameŞehîd Îsmaîl Ewla di sala 1969an de bûye Pêşmerge di pela Elî Reza de li Hacî Omeran, ev pel di sala 1961an de hatiye damezrandin û rasterast peywendiya wan bi Baregeha Barzanî re hebûye û baregeha wan li devera Barzan û Hacî Omeran bûye.
Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê û awarebûna wan li Welatê Îranê, Şehîd Îsmaîl Ewla û malbata wî çekên xwe dananîne û berdewam bûne li ser xebata xwe ya çekdarî, piştî lidarxistina Kongreya Noyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di Sala 1979 û damezrandina Liqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, pela Elî Reza ku Şehîd Ferhad Elî serpelê wê bû, kirine mefreza partîzanî ya Liqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Şehîd Ferhad Elî hatiye kirin Fermandeyê wê mefrezeyê û Şehîd Îsmaîl Ewla di vê mefrezeyê de berdewamî daye xebata xwe ya çekdarî, ev mefrezeye li ser sînorê di navbera Îraq û Îranê de erk bo wan hatiye spartin.
Di meha 6ê 1982an de Îsmaîl Ewla û desteyek ji Hevsengerên xwe xwestine bo encamdana Çalakîyeke partîzanî biçin Deşta Qerec û Kendênawê, lê gava gihîştine nêzîkî gundê Qorîtan ê ser bi parêzgeha Hewlêrê, ketine kemîna Serbaz û caşên rejîma Beis û rûbirûyê wan bûne. Piştî rûbirûbûneke du saetî di encamê de Îsmaîl Ewla û beşek ji Hevsengerên wî bi birîndarî hatine girtin û veguhastine bo bajarê Bexdayê û Dadgeha Sewre ya Bexdayê cezayê sêdarekirinê yê Serbazî yê fîşekbaranê bo Îsmaîl Ewla û Hevsengerên wî derxistiye.
Di dîroka 1ê Kanûna Duyem a 1983an de biryara sêdarekirinê hatiye cîbicîkirin û Îsmaîl Ewla Hemet, Ferhad Elî Reza û Eskender Elî Reza hatine sêdarekirin û Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





