Jînenîgarî

Ehmed Cercîs Hesen Mihemed Di sala 1941ê de li gundê Cucelî Gûçke yê ser bi qezaya Berdereşê ji dayik bûye. Niştecihê bajarê Hewlêrê bûye û mijûlî kasibiya nav bazara Hewlêrê bûye, xwedî malbat bûye û navê hevjîna wî Zulêxa Remezan e û xwedî yek kur bûye bi navê Ebdulla. 

Xebatname

Şehîd Ehmed Cercîs di sala 1963an de bûye endam di şaneya nihênî ya Seyid Ehmed Badawan de, ku ser bi Faris Bawe fermandeyê batalyona Deşta Hewlêrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, ev şane erka wan karê rêkxistin û komkirina zanyariyan li ser dijmin û encamdana Çalakî yên çekdarî bûye li nav bajarê Hewlêrê, herwiha ev şane pêk hatiye ji 11 endaman bi navên Seyid Ehmed berpirsiyarê şaneyê, Seyid Qadir, Ehmed Cercîs, Seyid Şukrî, Seyid Dara, Mihemed Silo, Elî Umer, Seyid Haşim, Seyid Casim, Ebdulla û Salih.

Piştî hilgeriyana Celal Talebanî û Celaliyan ji Şoreşa Eylûlê û bûn bi caşên rejîma wê demê ya Îraqê, ji aliyê Celaliyên caş ve plana şehîdkirina kadroyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li nav bajarê Hewlêrê tê danîn. Di yekem karê xwe de di sala 1966an de li taxa Teyrawa ya bajarê Hewlêrê Seyid Casim şehîd kirine. Piştî belavbûna vê nûçeyê Ehmed Cercîs û çend endamên şaneya xwe her wê rojê Hewlêrê bicî dihêlin û peywendî dikin bi Faris Bawe fermandeyê batalyonê û bûne Pêşmerge.

Piştî damezrandina hêza Deşta Hewlêrê di sala 1967an de Şehîd Ehmed Cercîs pileya serpelî di lîqa yekê ya batalyona sêyem a hêza Deşta Hewlêrê wergirtiye, ku di wê demê de Mela Umer Muheydîn pileya Serleq a yekê û Şehîd Ehmed Hacî pileya fermandeyê batalyona sêyem wergirtine.

Di sala 1969an de di şerê Xirê û Herşemê de li devera Surçiyan, ku rûbirûyê Serbaz û caşên rejîma wê demê ya Îraqê bûn, Ehmed Cercîs fîşek ber sîngê wî ketiye û bi dijwarî birîndar bûye, Hevsenger ên wî hewl dane wî biguhêzin ji bo wergirtina çareseriyê, lê gava gihîştine nêzîkî gundê Rezge Ehmed Cercîs ji ber dijwariya birîna xwe Şehîd bûne. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.