Ehmed Şerîf Rostem Mihemed nasnavê wî Ehey Şefe'ame Qewîleyî ye, di sala 1945an de li gundê Kanîskana yê binariya çiyayê Sûrên ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, sê birayên Ehmed Şerîf bi navên Tayir Şerîf 1984 li gundê Şanêrê yê devera Şarezûr- Erkan Şerîf 1986 li binariya çiyayê Sûrên- Mecîd Şerîf 1996 li parêzgeha Hewlêrê Şehîd bûne, navê xêzana Ehmed Şerîf Xal Xas Se'îd û navê kurê wî Dilêr û navê keça wî Qendîle.
XebatnameEhmed Şerîf di sala 1961ê de bûye Pêşmerge li baregeha batalyona Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, beşdarî şerên Banîşar, Yêlampê, Derbendîxan, Deşta Şarezûr, şerê çiyayê Qendîl, şerê Helebceya Şehîd, şerê Erebet, Pêncwên, şerê Qirge, Wêlere û şerê Kozereqe bûye, di şerên Derbendîxan, Helebceya Şehîd û Pêncwên de birîndar bûye, di sala 1967an de pileya serpelî wergirtiye, di sala 1969an de bûye berpirsiyarê baskê serbazî yê hêza Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1970yî de pileya serleqê baregehê li hêza Xebat wergirtiye.
Di berwarî 2ê hezîrana 1974an de Ehmed Şerîf û çend hevsengerên xwe ber bi çiyayê Ezmerê ve bo devera Hewraman diçin ji bo encamdana civînê ligel Fetah Axa fermandeyê hêza Xebat, ku fermana berzkirina pileya Ehmed Şerîf û Kemal Hawarî bo fermandeyê batalyonê vegeriyabû. Lê gava nêzîkî gundê Kozereqê yê navbera qezaya Seyîdsadiq û nahiyeya Erebet dibin, dibînin karwanekî serbazên rejîma Be's bi rê de ne ji bo êrîşkirina ser qezaya Derbendîxan û qezaya Seyîdsadiq, Ehmed Şerîf û hevsengerên wî rûbirûyê karwanê serbazî dibin û di encamê de karwanê têk dibin û Ehmed Şerîf û sê ji hevsengerên wî Kemal Hawarî û Elî Mezelî û Fetaha Sûr Şehîd dibin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





