Ehmo Mehmûd Herkî Di sala 1954an de li gundê Dîwînê yê binarê Pîrmamê ji dayik bûye, derçûyê qonaxa seretayî bûye li dibistana Serê Reş li Pîrmamê, di sala 1975an de awareyê welatê Îranê dibe, Şehîd Ehmo xwedî çar zarokan e bi navên Azad, Ebdulla, Esrîn û Sînor, Azadê kurê wî di 18ê kanûna pêşîn a 1993an de Şehîd bûye.
XebatnameEhmo Mehmûd Herkî Di sala 1970yî de peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, di sala 1974an de dibe Pêşmerge û beşdarî şerê Derbendê Korê dibe, piştî wê vediguhêze batalyona yekê ya Hêza Balek û beşdarî dastanên Gorez, Zozik, Gerûyê Umer Axa û Sertîz dibe.
Di sala 1975an de awareyê welatê Îranê dibe û berdewam dibe li ser xebatkirinê di rêxistinên nihênî yên Partiyê de, di sala 1979an de careke din dibe Pêşmerge û beşdarî Şoreşa Gulanê dibe, di sala 1980î de li gel mefrezeyekê vediguhêze Liqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û li lijneya navçeya Şeqlawe dest bi xebatê dike ku baregeha wê li Sekran û Enê bûye ser bi qezaya Çomanê.
Di sala 1981ê de beşdarî şerên Wertê, Zînê Estêrokan, Zargelê û çiyayê Pêreş dibe, di şerê çiyayê Pêreş de birîndar dibe ku hejmara Pêşmergeyan 15 kes bûye.
Di sala 1982an de dibe kargêrê rêxistina Selahedîn û di piraniya çalakiyên Liqa du de beşdar bûye, wek çalakî lêdana binkeya polîsên Herîr, rêya Dêgela – Koyê, çendîn caran bi karê partayetî diçe Hewlêr, Pîrmam, Şeqlawe û Herîr, mixabin di dîroka 21ê kanûna paşîn a 1983an de li gel du hevalên din bi erkekê diçin Hewlêrê û bi planeke amadekirî dikevin kemîna îstîxbarata rejîma Be'sa Îraqê û piştî şerekî dest bi dest her sê bi dîl tên girtin û bêserûşûn tên kirin, piştî salekê her du hevalên wî tên azadkirin, lê heval Ehmo bêserûşûn tê kirin û heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





