Jiyanname

Elî Xefûr Ebdulmecîd Fettah bi navê Elî Xefûr Zmnako tê naskirin, di sala 1948an de li gundê Zmnako yê ser bi nahiyeya Sîrwanê ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye. 

Xebatname

Elî Xefûr Zmnako di sala 1961ê de bûye Pêşmerge li Hêza Şemîranê bi fermandariya Heme Şemîranî, ku di wê demê de Hêza Şemîranê hêzeke serbixwe bûye û ferman ji serkirdayetiya şoreşê wergirtiye, herwiha sînorê çalakiya vê hêzê li devera Şemîranê û devera Newrolî bûye zêdetir. Lê piştî çêkirina pêkhateya leşkerî ya Şoreşa Eylûlê di sala 1965an de ev hêz wekî hêzeke serbixwe ma û xistin ser Hêza Xebatê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. 

Elî Xefûr Zmnako beşdarî şerên devera Newrolî û deşta Şarezûr û devera Şemîranê û qezaya Derbendîxanê bûye, di sala 1965an de tê veguhestin bo Betalyona şeşem a Bemoyê bi fermandariya Fazil Talebanî, di heman demê de pileya serleqê ya Liqa Bemoyê ya betalyona şeşem wergirtiye. 

Di sala 1965an de li gundê Baqûbere ligel komek hevsengerên xwe êrîşî rebayeke leşkerî ya rejîmê kirine û Elî Xefûr Zmnako bi giranî birîndar dibe û du hevsengerên wî bi navên Osman Elî Nadir û Şemsulla Şehîd dibin, hevsengerên wî hewl didin Elî Xefûr Zmnako bi birîndarî veguhezînin gundê Sertekê, lê li Meleyê Talgê nêzîkî Sertekê ji ber giranbûna birîna xwe Şehîd dibe û hevsengerên wî li Meleyê Talgê bi xakê dispêrin. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.