Elî Rehîm Elî Kerem bi navê Elî Hawarî hatiye naskirin, di sala 1943an de li gundê Hawarê ser bi nahiyeya Biyareyê ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, qonaxa xwendina seretayî temam kiriye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, Rehîm Elî bavê wî û Kemal Hawarî birayê wî Şehîdên Şoreşa Eylûlê bûne, di sala 1977an de tevahiya endamên malbata wan li emniya Silêmaniyê zîndaniyên siyasî bûne, xêzana Elî Hawarî navê wê Hemdiye Bekir e û navê dayika wî Zuleyxa Kake Weys e û birayên wî Geydan, Rehîm, Axa, Cwamêr, Elwan, Kemal in, sala 1969an Şehîd dibe.
XebatnameElî Rehîm Elî Kerem di sala 1963an de peywendî bi rêxistinên Rêxistina Xurmalê bi berpirsiyariya Kemal Hawarî yê birayê xwe ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya Partiyê dike, wê demê wek şaneya nihênî ya nav bajar erkê komkirina zanyariyên nava bajarê Helebceyê didinê, di sala 1965an de bûye Pêşmerge di batalyona heftê ya Hêza Xebatê de bi fermandariya Ebdulwehab Etruşî, di sala 1966an de wek desteya partîzanî çûne nava bajarê Helebceyê ji bo encamdana çalakiyekê ku tê de birîndar dibe û fîşek bi serê wî dikeve û rûmet û guhê wî yê rastê jê dibe, piştî çareseriyê vedigere û pileya serdest li lîqa Bergehloyê werdigire, di sala 1967an de li devera Berde Çalanê di rûbirûbûna bi serbazên rejîmê û caşan de cara duyem birîndar dibe û fîşek bi milê wî dikeve, piştî çareseriyê û vegerandina wî bo nava şoreşê pileya serpel li lîqa Bergehloyê werdigire.
Di berwarî 24ê gulana 1969an de bi fermana serkirdetiya şoreşê polek Pêşmerge ku pêkhatibûn ji Ezîz Etruşî, Elî Reşaş, Menûçer Begê Ênaxî, Ehmed Bekrawayî diçin Çiyayê Şinroyê, pêşî diçin gundê Hawarê ji bo serdana bavê Elî Hawarî daku alîkariya wan bike, bavê Elî Hawarî wek rê nîşander û şarezayê devera Elî Hawarî ligel wan dişîne û heman rojê diçin ser sengerên xwe li Kelî Şikeftan li Çiyayê Şinroyê, wê demê nûçe diçe bo taqma Îbrahîm Ehmed ku wê demê ji şoreşê vegeriyabûn û Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku Ezîz Etruşî li Çiyayê Şinroyê ye, lewra taqma Îbrahîm Ehmed plana êrîşeke bilez datînin û dest bi amadekariyê dikin û êrîş dikin ser wan û di encamê de Ezîz Etruşî û Menûçer Beg Şehîd dibin û Elî Hawarî bi giranî birîndar dibe û bi birîndarî xwe ji sengeran dûr dixe, piştî çend deqeyan li nêzîkî sengerên wan Elî Hawarî Şehîd dibe û termê wî nakeve destê taqmê, lê Celal Talebanî termê her çar Şehîdan Ezîz Etruşî, Menûçer Begê Ênaxî, Ehmed Bekrawayî, Elî Reşaş ji Çiyayê Şinroyê bi heywanan radikêşin nava bajarê Helebceyê û ceste û laşên wan bi temamî dişêwînin, li nava bajarê Helebceyê ji aliyê mêrên ayînî û komek kesayetiyên bajêr ve diçin ser rêya wan, piştî daxwaziyeke zêde terman ji wan werdigirin û heman demê perçeyek erd li dergehê bajarê Helebceyê dikirin bi kom ji bo veşartinê û navê wê dikin Goristana Şehîdan, malbata Elî Hawarî piştî dîtina termê Elî Hawarî li Çiyayê Şinroyê dibin bo gundê Hawarê û li wir bi xakê dispêrin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





