Dawîhatina sîstema şahî di sala 1958an de û hatina ser kar a sîstemeke nû ya siyasî li Îraqê, komek hêviyên mezin ji bo hemû netewe û pêkhateyên Îraqê bi xwe re anî. Hemûyan çav li wê bû ku sîstema komarî guhertina bîra siyasî li Îraqê çêbike û bibe sedema vebûn û qebûlkirina piralîbûnê li welat. Di rastiyê de beşek ji van hêviyan piştî 14ê tîrmeha 1958an eger bi şêweyekî demkî be jî, pêk hatin û di vê navberê de wekî beşek ji vebûnê, zemîne ji bo vegera Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê bo Kurdistanê saz bû.

Piştî salan ji dûrî welat, di dîroka 6ê çiriya pêşîn a 1958an de Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya Kurdistanê. Ji ber ku ev veger bi hemahengî li gel hikûmeta wê demê ya Îraqê birêve çû, lewma hêviyeke mezin li cem kurdistaniyan çêkir di derbarê destpêkirina serdemeke cuda ya tijî aştiyê û aramiyê li Îraq û Kurdistanê. Berevajî vê, asoyê vê hêviyê zêde dirêj nekêşa û hikûmet û bi taybetî jî şovenîstan arasteyeke dij û dijminane girtin ber xwe heta wê astê ku hewla terorkirina Barzanî dan. Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi serokatiya Barzanî hemû hewla xwe da ku vê derfeta aştiyê biparêze û heta di vê pêxemê de nermiyeke zêde nîşan da, lê wisa diyar bû ku biryara hikûmetê tiştekî din bû.

Barzanî û Partiya Dêmokrata Kurdistanê ketin navbera du rêyên çarenûssaz ku ew jî pêk dihatin ji سازشکردن ( سازشکردن - li vir tê wateya: سازîkirin/lihevkirin) li ser bidestxistina mafên neteweyî yên rewa yan destpêkirina xebat û qurbanîdanê û di encamê de rêya yekem bêyî ti dudiliyê hat redkirin û bijardeya duyem wekî rêyeke neçarî hat hilbijartin û di 11ê îlona 1961ê de Şoreşa Eylûlê hilgirsa û ''herêmeke berfireh ji Zaxo heta Xaneqîn bû meydana şerê navbera Kurd û hikûmeta Îraqî... bi şêweyekê li sînorê navbera her du welatên Îraq û Sûriyê li bereya rojava heta sînorê Îraq û Tirkiyê li bereya bakur û sînorê Îraq û Îranê li rojhilat û beşek ji rûbarê Dîcle û çiyayê Hemrîn û Şengal li rojavayê bajarê Mûsilê ketin bin bandora bûyerên şoreşê. Dawiyê bi sedema berdewambûna tevgera rizgarîxwaziya Kurd ji çiriya pêşîn a 1965an û pê ve nêzîkî 35000 km2 ji rûbera wan navçeyan ji aliyê şoreşgerên Kurd ve hatin azadkirin'' û bi şêweyekî xweser, dihatin birêvebirin.

Şoreş di bingeh de pêk tê ji redkirina desthilateke diyarkirî û saziyên wê yên cîbicîkar, lê karên şoreşeke sîstematîk li vir dawî lê nayê, ji ber ku bîrnekirina li şûna saziyên hatine redkirin dibe sedema têkçûna şêwaza birêvebirina welat û çêbûna paşagerdaniyê. Şoreşa Eylûlê wekî şoreşeke rêkxistî ji destpêkê ve bîr li tijîkirina valahiya saziyan li sînorê navçeyên azadkirî kir. Di vê pêxemê de ''yek ji karnameyên Mistefa Barzanî bi rêkxistinkirin û bi saziyîkirina dam û dezgehên şoreşê bû, lê ji ber hinek sedemên navxweyî û derveyî ji bo demekê ew bername paş ket''. Di dîroka 28-29ê îlona 1964an de kongreyeke amadekarî ji bo pêkanîna Encumena Serkirdatiya Şoreşê li bajarê Qeladizê bi serokatiya Mistefa Barzanî û amadebûna 350 kesayetiyên siyasî û serbazî û civakî li seranserê Kurdistanê hat saz kirin û piştî xwendina rewşê û encamdana amadekariyên pêwîst, serencam di dîroka 4ê çiriya pêşîn a 1964an de Encumena Serkirdatiya Şoreşê hat pêkanîn û bi vî şêweyî ev encumen bû bilindtirîn desthilata yasadanînê li Kurdistanê.

Encumena Serkirdatiya Şoreşê ji nêzîkî şêst û pênc endaman pêk hatibû ku nûneratiya partî û çîn û tebeqeyên cuda yên civakê dikirin û bi şêweyê saziya yasadanînê kar dikir, bi vî şêweyê jêrîn:

  • Endamên Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
  • Fermandeyên leşkerî yên şoreşgerî yên Kurdistanê
  • Du endamên serkirdatiya Partiya Komunîst a Îraqê
  • Du zanyarên ayînî
  • Keşeyekî xirîstiyan
  • Çendîn kesayetiyên diyar ên navçeyên cuda yên Kurdistanê

Encumena Serkirdatiya Şoreşê ji bo dabeşkirina erkan û baştir rapêrandina karên xwe, pênc lijneyên taybet pêk anîn ku pêk dihatin ji:

  • Lijneya serbazî bi mebesta rêkxistina karûbarên serbazî û hêzên Pêşmerge.
  • Lijneya darayî bi mebesta rêkxistina karûbarên gumrik û bac û darayî,
  • Lijneya kargêrî bi mebesta birêvebirina navçeyên azadkirî.
  • Lijneya dadwerî bi mebesta rêkxistina karûbarên dadwerî û birêvebirina dadgehan.
  • Lijneya destûr bi mebesta dariştina peyrewê navxweyî û bernameya Encumena Serkirdatiya Şoreşê.

Di 17ê çiriya pêşîn de lijneyan karên xwe temam kirin û di civîneke de endamên encumenê destûra Encumena Serkirdatiya Şoreşê pesend kirin û di dawiya civînê de jî Mistefa Barzanî wekî serokê encumenê hat hilbijartin. Ji ber ku birêvebirineke serdemane û saziyî li kêleka saziya yasadanînê pêwîstî bi saziyeke din heye ji bo cîbicîkirinê, Encumena Serkirdatiya Şoreşa Eylûlê di nav xwe de lijneyeke din ji bo vê mebestê hilbijart ku bi Lijneya Tenfîzî (Cîbicîkar) dihat navkirin. Ev lijne wekî hikûmet û saziya cîbicîkirinê li welat kar dikir.

         Mekteba Tenfîzî bilindtirîn desthilata cîbicîkirinê bû li welat û ji 12 endaman pêk hatibû. Ev mekteb bi xwe ji heşt mekteb û beşên cuda pêk hatibû ku pêk dihatin ji: Mekteba siyasî, mekteba serbazî, mekteba dadê, mekteba darayî, mekteba karûbarên derwe, mekteba aborî, beşa asayîş û pişkinîn û beşa şêwazên ragihandinê.

         Encumena Serkirdatiya Şoreşê li gorî rewş û qonaxên cuda û wan pêşhatên ku di wê heyamê de hatin pêş, di karên xwe de berdewam bû heta 11ê adara 1970yî. Di rastiyê de ti belgename û daxuyaniyeke fermî di dest de nîne ku bi fermî amaje bi dawîhatina karên Encumena Serkirdatiya Şoreşê bike, lê li gel hatina pêş a wê hewûlmerca nû ya ku piştî rêkeftina 11ê adarê hat holê, rewş çû serdemeke nû û pêwîstî bi rêkxistineke din hebû, lewma êdî ev encumen bandoreke wisa nema.

         Encûmena Serkirdatiya Şoreşê di heyama wan çend salên temenê xwe de karî roleke giring û bandorker bilîze di wan war û sektorên ku kar li ser dikir û şopa wê di warên rêkxistina kargêrî û darayî, tenduristî, perwerde û fêrkirin, çandinî, dadwerî, karûbarên Pêşmerge û karûbarên civakî de bi zelalî tê dîtin. Di wê heyamê de û di bin siya vê encûmenê de şoreşê formeke sazûmanî û sîstematîk wergirt û valahiya saziya yasadanînê tijî kir.

Çavkanî: