Jînenîgarî

Hakîm Mam Umer, sala 1920 li gundê Hostan ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî nesko ya şoreşa yekem a Barzan li 21ê hezîrana 1932 ligel malbatê awareyê Komara Tirkiyeyê bûye, paşê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve radestî dewleta melkî ya Îraqê hatiye kirin û ew veguhastine başûrê Îraqê. Li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê ligel Sebriye Ehmed Bekir pêk aniye, kurek û du keçên wan hebûne bi navên Reşîd ku sala 1953 ji dayik bûye û Ebdullezîz ku sala 1955 ji dayik bûye û Gul ku sala 1958 ji dayik bûye. Hakîm Mam Umer zimanê kurdî, erebî û rûsî zanîbûye, di eylûla 1988 li komelgeha Zêwe li parêzgeha Azerbaycana Rojava koça dawî kiriye û li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye veşartin.

Xebatname 

Sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, beşdarî şerên Barzan, Mela, Çiyayê Pîrs û Vajî bûye, bi vê sedemê li 19ê tebaxa 1945 bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin.

Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan li 11ê çiriya pêşîn a 1945 rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, li 31ê adara 1946 li hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, beşdarî şerê Singanê bûye.

 Piştî nesko ya Komara Dêmokrat a Kurdistanê li 3ê adara 1947 beşdarî şerê Nelos û li 13 li ser 14ê adarê beşdarî şerê Gûcar û li 24ê adarê beşdarî şerê Qarnê bûye li navçeya Xanê.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Mistefa Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, ji wan pêşmergeyan bûye ku li 19ê nîsana 1947 bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî li 6ê gulana 1947 li gundê Ergoş komcivînek bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, li 23ê gulana 1947 hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, li 18ê hezîrana 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, li 19ê hezîrana 1947 ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirûkî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Li 10ê kanûna pêşîn a 1947 veguhastine serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û li 23ê heman mehê cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî li 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949 ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî, li 25ê sibata 1959 û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 li sala 1959, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî li 16ê nîsana 1959 ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û li şerên Mrîba û Barzan û Çiyayê Pîrs beşdar bûye, sala 1976 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ji aliyê hikûmeta Îraqê bo başûrê Îraqê hatiye raguhastin û li parêzgeha Dîwaniye hatiye niştecîkirin, sala 1979 hatiye veguhastin bo komelgeha Quştepe, sala 1982 wek penaber rû dike Komara Îslamî ya Îranê, sala 1982 beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û serdestî hebûye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Heyder Farûq El-Samirayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  4. Rêkar Mizûrî, Jinen ros û raguhastin û Enfal û komkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
  5. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  6. Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşîna rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  7. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  8. Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  9. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  10. Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
  11. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Darerşîd lilneşr - 1979m).
  12. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  13. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Aras, wergêran: Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).