Şehîd Hemed Îbrahîm Ewla di sala 1955an de li gundê Wesmanê yê ser bi nahiyeya Qesrê ya qezaya Çoman a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundî û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye.
Şehîd Hemed Îbrahîm, sala 1974an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di beşa topavêjên hêza Balekî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku di wê demê de Umer Axa yê Dolemerî berpirsiyar bûye bûye Pêşmerge. Beşdarî di şerê Rewandiz, şerê Korêk, şerê Sertîz, şerê çiyayê Kolîtar kiriye.
Di meha adara 1975an de di encama êrîşa topavêjên rejîma wê demê ya Îraqê ji bo ser sengerê Pêşmerge li çiyayê Kolîtar, Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





