Hemereşîd Mihemed Ebdulrehman, ku bi navê Hemeyê Xorşê tê naskirin di sala 1950î de li gundê Serşateyê yê devera Tagozî ya ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Ciwanro rûniştiye. Xwedî malbat bûye û navê hevjîna wî Xawer Ehmed bûye û xwedî kurek û keçekê bûye bi navên Nasir û Şewnim.
Sala 1969an bûye Pêşmerge li Lqa Pêncê ya Betalyona Heftê ya Biyareyê ya ser bi Hêzên Xebatê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Ku di wê demê de Husên Begê Wekîlê Ciwanro serleqê wî bûye. Di çendîn şeran de beşdar bûye di nav wan de şerê Zozik, şerê Sertîz, şerê Sertekê Bemoyê, şerê Helebceyê, şerê Derbendîxanê, şerê Xaneqînê û şerê Banî Bolan.
Piştî nesko û awarebûna li welatê Îranê, sala 1976an dîsa bûye Pêşmerge li Betalyona Tagozîyan, ku di wê demê de Qadir Hemesalihê Tagozî fermandeyê wê bûye. Sala 1977an di şerê Banî Bolanê yê ser bi nahyeya Bemoyê ya parêzgeha Helebceyê di rûbirûbûna ligel serbazên wê demê yên Îraqê de fîşek bi wî ketiye û bi giranî birîndar bûye. Sala 1979an li gundê Kanî Jenanê yê devera Tagozî rûbirûyê hêzeke mezin a serbaz û caşên rejîma wê demê ya Îraqê bûne, di dema rûbirûbûnê de Hemereşîd Mihemed û hevsengerekî wî bi navê Ebdulla Ehmed hatine girtin, hatine veguhastin bo girtîgeha bajarê Mûsilê, piştî sê meh di zindana wî bajarî de hatine dardekirin û Şehîd bûne, yek ji wan şehîdan e ku gora wî ne diyar e.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





