Hemîd Ergoşî, sala 1945 li gundê Ergoş ê nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar e, xwendewarî heye, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê (1961-1975) awareyê welatê Îranê bûye, sereta li kampên Zêwe nîştecih bûye, paşê hatiye veguhastin bo bajarê Sîrcan li parêzgeha Kerman, piştî rûxana rejîma şahê Îranê vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê, sala 1991 piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê û li bajarê Soran nîştecih bûye. 

Sala 1959 peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge û beşdarî şerên devera Badînan û çiyayê Zozik û Sertîz û Geroyê Umer Axa û Gorêzê bûye. Beşdarî çendîn çalakiyên Hêzên Pêşmerge kiriye, di nav wan de çekkirina binkeyên polîsan li gundê Ergoş û Zêtê û Şêrwan Mezin. Ligel Serok Mistefa Barzanî çûye devera Badînan, maweya pênc salan ligel Îsa Siwar û Esed Xoşewî li wir maye. Dûre çûye cem Elî Xelîl, lê dîsa vegeriyaye cem Esed Xoşewî. Sala 1975 berî neskoya şoreşê ligel 45 Pêşmergeyên din beşdarî xûla efserî ya fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye. Sala 1979 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye û beşdarî çalakiyên partîzanî û şerên li dijî artêşa Îraqê bûye.

Sala 1979 piştî rûxana rejîma şahê Îranê, bi fermana Îdrîs Barzanî Hemîd Heyder Ergoşî hatiye kirin bi berpirsiyarê karûbarên penaberan li parêzgeha Kerman, ku nêzî 1700 malên penaberên xelkê Başûrê Kurdistanê lê hebûne, di meha tebaxa 1979 de vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê û li gundê Nowe li nêzîkî Heleç li bajarê Urmiyê çûye dîtina Serok Mesûd Barzanî û hatiye kirin bi fermandeyê 50 Pêşmergeyan.

Sala 1981 ligel Erîf Derwêş Sindî û Sen'an Silorî û Sefet Şiwî û Baqî Cebraîl Mêrozî û 260 Pêşmerge bi fermandariya Reîs Ebdullah, ligel Mlazim Yûnis Rojbeyanî û Azad Qeredaxî çûye devera Pirdê Zehaw û dûre ligel hêzên Nadir Hewramî yek girtine û çendîn çalakiyên partîzanî encam dane.

Hemîd Ergoşî piştî raperînê berdewam bûye li ser erka pêşmergatiyê û beşdarî şerên berevanîkirinê li serweriya yasayê bûye, di fermandariya Barzan de berpirsiyarê beşa darayî bûye, di jiyana pêşmergatiyê de zêdetir ji şeş caran birîndar bûye. 

Di 15ê kanûna pêşîn a 2010 li Kongreya 13ê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi sedema xizmetên xwe ji aliyê Serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî:

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.