Hesen Îsa Elî, nasraw bi (Hesen Babkeyî), sala 1947 li gundê Babkeyê yê qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li kampên Rebet nîştecih bûye, paşê hatiye veguhastin bo bajarê Gonabad û li wir jî bo Cehrom li parêzgeha Şîraz û bajarê Tehranê. Sala 1979 piştî Şoreşa Îslamî vegeriyaye kampa Zêwe.

Sala 1964 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, ta sala 1975 li hêza Deşt û li navçeya Pêşder û Balekayetî Pêşmerge bûye û beşdarî şerên wê kiriye.

 Sala 1979 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye berpirsiyarê rêxistina Zozik li hêza Barzan bi fermandariya doktor Seîd Ehmed Nadir, beşdarî şerên wê kiriye, sala 1982 şerê pirê Çame û sala 1983 şerê Bêrkim, sala 1986 beşdarî şerê Kollana Sûrdikê, sala 1987 şerê Lêrsimaqê kiriye û di dema êrîşbirina wan bo ser pêgeha dijmin li nav Mêrgesorê birîndar bûye.

Sala 1988 beşdarî di şerên Keneke Xerwana Sîro Korawa û Kerjûliya û Rebîa Talafî û şerê mezin ê Xwakurkê kiriye. Sala 1991 beşdarî raperîna xelkê Kurdistanê û beşdarî şerê Korêyê kiriye.

 Di roja 16ê kanûna pêşîn a 2010, di Kongreya 13 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ji ber xizmetên ku bi Kurd û Kurdistanê kirine, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî nemir pê hat bexşîn.

Çavkanî:

 Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.