Şehîd Kakil Salih Mihemed Ebdulla, sala 1945 li gundê Dole Menzil a ser bi nahyeya Sûrdaş a qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, selît bûye.
Kakil Salih sala 1963 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li Leqa Enwer Şwanî ser bi batalyona çar a Merge bi fermandariya Erîf Derwêş Ebdul'ezîz, ser bi hêza Rizgariya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, beşdarî şerê Baziyan, şerê Deşta Koye, şerê Taslûce û şerê serbazgeha Bekrecoyê bûye. Sala 1965 di şerê rawedûnanî serbaz û caşên kolwanesûran li Deşta Koye, gule li raniya wî ya rastê ketiye û birîndar bûye.
Sala 1967 Kakil Salih û hevsengerên wî ji bo girtina serbazgeha Artêşa Iraqê li Bekrecoya nêzîk parêzgeha Silêmaniyê êrîş kirine, di encama rûbirûbûnê de Kakil Salih guleyek li wî ketiye û Şehîd bûne, ji aliyê hevsengerên wî termê wî bo çiyayê Kilke Semaq hatiye veguhastin û li wir spartine axê.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





