Jîyanname

Kemal Rehîm Elî Kerem Nasraw bi Kemal Hawarî, di sala 1945 li gundê Hawarê ser bi nahyeya Bîareyê ya parêzgeha Helebceyê hatîye dinê, qonaxa seretayî ya xwendinê li gundê Hawar temam kirîye û ji bo xwendina mamostayîyê diçe bajarê Helebceyê, Rehîm Elî bavê wî û Kemal Rehîm Elî birayê wî Şehîd bûne di Şoreşa Eylûlê bûne, di sala 1977 tevayî endamên malbata wan li emnîya Silêmanîyê zîndanîyên sîyasî dibin, dayika Kemal Hawarî navê wê Zuleyxa Kakeweys e û hevjîna wî navê wê Nesret Mihemed e û kurên wî Serwer, Salar, Piştîwan in û xwedî keçekê ye bi navê Falîe, sala 1974 Şehîd dibe.

Xebatname

Kemal Rehîm di sala 1962 li gel çar hevalên xwe bi navên Dara Ezîz, Mela Reûf, Sebah Seîd, Xalibê Hacî Ferec, peywendî bi rêkxistinên nihênî yên ser bi hêza Xebat dikin û dest bi Çalakî li nav bajarê Helebceyê dikin, paşê Kemal Hawarî dibe berpirsiyarê wê şaneyê, piştî yek sal û encamdana çend Çalakîyan eşkere dibin û di seretaya sala 1963 çekên xwe hildigirin û diçin şaredêya Xurmalê, rêkxistina Xurmalê ji bo karê rêkxistinê dadimezrînin û Kemal Hawarî dibe berpirsiyarê rêkxistinê, di heman demê de pileya serpel werdigire di betalyona Hewramanê ya ser bi hêza Xebat.

Di sala 1965 bi sedema Çalakî û beşdarîyeke fireh di deste partîzanên de tê kirin berpirsiyarê serbazî yê betalyona Hewramanê, herwiha di heman salê de di şerê Bawekûçekê de birîndar dibe û piştî çareserî wergirtinê tê kirin serleqê Bergeloyê li hêza Xebat, paşê tê veguhastin bo çîyayê Ezmer û leqê wî heft sengerên wî li ser çîyayê Ezmer hebûne.

Di sala 1974 fermana berzkirinê ya pileya wî bo fermandeyê betalyona hêza Xebat bi fermandeyîya Fettah Axa ji alîyê serkirdayetîya şoreşê ve derçûbû, di Berwarî 2ê hezîrana 1974 Kemal Hawarî li gel 10 Pêşmergeyên hevsengerên xwe bi mebesta serdana Baregehê hêza Xebat li devera Hewramanê ji bo wergirtina pileya xwe, di rêya çûna xwe de li nêzîk nahyeya Erebet dibînin hêzeke serbazî ya mezin ber bi nahyeya Derbendîxanê diçe, Kemal Hawarî Pêşmergeyên xwe dabeş dike û ji çend arastîyan ve boseyê ji bo karwanê serbazî datînin, rûbirûbûn û pêkdaneke dijwar çêdibe û heta nêzîkê êvarê bi 10 Pêşmergeyan berevanîyê dikin û karwanê radigirin û zirarên mezin didin karwanê serbazî, di encamê de Kemal Hawarî li gel du ji hevsengerên xwe Elî Mezelî û Fettahê Sûr Şehîd dibin û sê ji hevsengerên wan bi navên Zîdan Bekir Reşîd, Xesro Homer, Dilşad Elî Reza, termên wan cîh nahêlin û bi kolan hildigirin heta digihînin sengerên xwe li çîyayê Ezmer, paşê Fettah Axa otomobîlekê ji bo wan dişîne û termên wan digihînin destê malbatên wan.

Çavkanî:

Arşîva desteya ensîklopîdîya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.