Jiyanname

Mehmûd Ehmed Emîn Weys, di sala 1932an de li gundê Serşate ya devera Tagozî li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, bi sedema karê ajeldariyê rû kiriye herêma Kurdistanê û li gundê Kanî Spî li devera Şarezûr nîştecih bûye, xêzana Mehmûd Ehmed navê wê Mehsume Mihemed e û kurê wî navê wî Ehmed e û keçika wî navê wê Mehbûbe ye.

Xebatname

Di berwarî 2ê Adara 1963an de bûye Pêşmerge di pelê sê yê betalyona pênc ya Zemnakoyê ya ser bi hêza Şemîran bi fermandariya Heme Şemîranî, ku di wê demê de hêza Şemîran hêzeke serbixwe bûye û ferman ji serkirdatiya şoreşê wergirtiye, herwiha sînorê çalakiyên vê hêzê li devera Şemîran û devera Newrolî bûye zêdetir. Lê piştî çêkirina pêkhateya serbazî ya Şoreşa Eylûlê di sala 1965an de ev hêz her wek hêzeke serbixwe ma û xistin ser hêza xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

di sala 1963an de piştî vegerandina wan ji şerê Derbendîxan, li nêzîkî nahyeya Sîrwan firokeya rejîmê bordûman kirine û Mehmûd Ehmed ligel hevsengerekî xwe Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîfa desteya Ensîklopediya Partî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.