Şehîd Mehmûd Yabe di sala 1949an de li binê çiyayê Sefîn û li gundê Qirjeyê ser bi qezaya Pirmamê ji dayik bûye. Niştecihê Hewlêrê bûye û mijûlî kasibiya bazarê û şofêriyê derase bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Henîfe Umer bûye.
XebatnameŞehîd Mehmûd Yabe di sala 1965an de bûye kadroyê rêxistina Hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di çalakiyekê de di sala 1967an de ji aliyê emniya Hewlêrê ve hatiye girtin û maweya yek salê zîndaniyê bûye li girtîgeha Mûsilê, piştî azad bûna wî di sala 1968an de bûye Pêşmerge li Hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Şehîd Faris Bawe fermandeyê hêzê bûye.
Di rêkefta 14ê Tîrmeha 1969an de bi fermana Sabir Şêx Camî cîgirê fermandeyê hêzê, Mehmûd Yabe û du hevsengerên xwe tên şandin bo encamdana çalakiyeke partîzanî li gundê Gaedriyeya Erebnişîn li Deşta Guwêr, li gundî ketine kemîna serbaz û caşên rejîma wê demê ya Îraqê, Mehmûd Yabe û hevsengerekî wî bi navê Sofî Hesen Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





