Jînenîgarî

Xefûr Ewla Hemedemîn Ewla, di sala 1927an de li bajarokê Korê ji dayik bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, xêzandar bûye û xwediyê pênc zarokan bûye, di sala 1974an de di pevçûnekê de li gel serbazên rejîmê li binê çiyayê Sefîn bi giranî birîndar bûye û di rêya veguhastina wî bo bajarokê Hîranê de şehîd bûye. Du birayên wî bi navên Kemal û Îsmaîl şehîd bûne.

Xebatname

Xefûr Ewla Hemedemîn Ewla, di sala 1958an de peywendiya wî ya rasterast bi Seîd Mesîfî re heye ku wê demê berpirsiyarê rêkxistina Pîrmam bûye, lewma Mela Xefûr razîbûna avakirina şaneyeke veşartî li nav bajarokê Korê ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê werdigire û mala xwe dike baregeha wê şaneya rêkxistina veşartî, di sala 1959an de çek hildigirin û beşdarî dastana Sofiyan dibin, di sala 1963an de bi sedema Kurdperwerî û partayetiyê tevahiya zarok û jina malbata wî bo dema neh mehan li emniya Hewlêrê tên girtin. Piştî azadkirina wan bi malbatî koçberî bajarokê Nazenîn dibin, paşê dest bi ser tevahiya mal û milkê wan de tê girtin li Korê. Ji aliyê serkirdatiya şoreşê ve pileya serpelî jê re tê bexşîn ku rasterast peywendî bi Hêza Sefîn re dibe û muqedem Ezîz Akreyî (1924 - 1998) fermandeyê hêza wan dibe, di seranserê dastanên çiyayê Korêk û çiyayê Sefîn de beşdar dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.