Jiyanname

Mihemed Yûsif di sala 1930 de li gundê Hebayana ya devera Zerariya ser bi qezaya Şeqlawa ji dayik bûye, gundnişîn bûye û asta xwendewariya wî seretayî bûye. Di sala 1959 de bûye polîs li parêzgeha Hewlêrê û paşê hatiye veguhastin bo Kelha Koyê, di sala 1961 de li ser daxwaza xwe hatiye veguhastin bo binkeya polîsên qezaya Şeqlawa. Şehîd Mihemed xwediyê du xêzanan bûye û navê xêzanên wî Behiya Feqê û Necîbe Mewlûd bûye û xwediyê du kur û sê keçan e bi navên Faxir, Leşkerî, Cewahîr, Necîbe û Nazenîn.

Xebatname

Şehîd Mihemed li gel erka polîsiyê di sala 1961 de ku hatiye veguhastin bo Şeqlawa peywendî kiriye bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê şaneya nihênî ya Mehmûd Kawanî.

Heyva 11 ya 1961 li ser raspardeya Mehmûd Kawanî bo çend çalakiyên nihênî çûye gundê Blê ya devera Barzan.

Piştî vegera xwe ji gundê Blê, sê çekên cureya (Semî Nof) ji binkeya polîsên Şeqlawa dibe û diçe nav Pêşmerge, peywendî kiriye bi batalyona Sefîn û Mehmûd Kawanî pileya cîgirê serpel daye wî di pela Eref Semed de.

Şehîd Mihemed beşdarî di dastanên gundê Blê ya devera Barzan, Deşta Bêtwatê, Deşta Koyê û Heybet Siltan de kiriye.

Şehîd Mihemed sala 1964 di dastana Heybet Siltan de li gel hevsengerekî xwe bi navê Haşim Elî bûye şehîd bûne. Ev dastana hêzeke zêde ya rejîmê ku pêk hatibûn ji tevahiya serbazên feyleqa pênc a Hewlêrê û tevahiya caşên ber destê wê demê yên rejîma berê ya Îraqê tê de beşdar bûn û êrîş kiribûn ser Deşta Koyê û Çiyayê Heybet Siltan.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.