Jînenîgarî

Mûsa Navxweş Mihemed, sala 1919 li gundê Benan (Mizûrî Bala)- nahiya Şêrwan Mezin- qezaya Mêrgesor – parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwedî malbat bûye,

Xebatname

Sala 1943 û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger ve kiriye û beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye. Sala 1945 û piştî nesko ya şoreşê, hevsengê cangorî û malbatên Barzaniyan awareyî Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê serê sala 1946, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha kanûna yekem a sala 1946, hevsengê leşkerê şoreşgerê Barzan bi fermandariya jenerel Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyên li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardax a sêgoşeya sînorê Îran- Îraq- Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşker de li navçeya hoza Mizûrî bi cih bûye.

23ê gulana 1947 hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947 li gel gişt hevalên xwe li bajarê "Nexçewan" a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçoyê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çerçûk li nêzîk "Taşkend"a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949 li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivskî kom bikin, lewma Mûsa Navxweş Mihemed di meha çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Di sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mûsa Navxweş Mihemed di 16ê nîsana 1959 li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge û beşdarî şerên wê kiriye, sala 1963 koça dawî kiriye.

 

Çavkanî:

1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavokên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).

9- Lês Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwaza Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).

11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.