Jînenîgarî

Sebah Esed Umer Hemed. Di sala 1942an de li gundê Çilbeserî yê ser bi qezaya Koyê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê çandiniyê bûye, Sebah sê meh berî girtina xwe jiyana hevserî pêk aniye û navê hevjîna wî Zêrîn Ehmed bûye, sala 1975 Şehîd bûne.

Xebatname

Di sala 1973an de çûye gundê Binawiyê û bûye Pêşmerge li leqa Hacî Mewlûd ku ser bi Hêzên Pêşmerge yên Deşta Hewlêrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye ku Faris Bawe fermandeyê hêzê bûye.

Di sala 1974an de li gundê Hacî Wiso ligel du hevsengerên xwe bi navên Ehmed Ezîz Umer û Hamid Mistefa Xizr, dikevin kemîna serbazên rejîma Beis û piştî rûbirûbûnê û xilasbûna fîşekan hatine girtin, piştî girtina wan tên veguhastin bo emniya Hewlêrê û piştre dibin girtîgeha bajarê Mûsilê.

Di sala 1975an de li girtîgeha bajarê Mûsilê, Sebah Esed ligel her du hevsengerên xwe Ehmed Ezîz û Hamid Mistefa hatine sêdarekirin û Şehîd bûne.    

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.