Serhed Hesen Ebdulrehîm Ebdulcebar Di sala 1961 li gundê Warmawayê ser bi qezaya Şarezûrê hatîye dinê, gundnişîn bûye û mijûlî karê ajeldarîyê bûye, asta xwendewarîya wî seretayî bûye, dayika Serhed Hesen navê wê Şewket Ebdulqadir e û xwişkên wî Melîe, Ferîde, Telîe û Kafîe ne.
XebatnameSerhed Hesen Ebdulrehîm Ebdulcebar Di sala 1974 bi rêya Yarwesî Kakeweys bûye Pêşmerge li hêza Zimnakoyê bi fermandeyîya Kerîmê Ebey Xase, ku ew hêz di sala 1974 hatîye çêkirin û ser bi leşkerîya sêyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.
Sala 1974 firokeyên rejîma Beis sengerên Pêşmerge li çîyayê Zimnakoyê bordûman kirine û Serhed Hesen Şehîd bûne, du hevsengerên wî bi navên Mihemed Ebdulqadir û Seidûn Silêman bi dijwarî birîndar bûne û peketeyê senger bûne.
Çavkanî:Arşîva desteya ensîklopîdîya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




