Şehîd Silêman Ebdulla Muhemmed Muhemmedemîn nasraw bi Silêman Edo, di sala 1917 li gundê Zêwê yê ser bi devera Xoşnawetî ji dayik bûye, gundnişîn bûye û serqalî karê cotyariyê bûye, xwedî malbat bûye hevjîna wî navê Zara Hesen bûye û xwedî sê kur û sê keçan bûye bi navên Ebdulla, Felah, Ebdul û Pîroz, Zekîye, Xezal.
XebatnameŞehîd Silêman Edo di sala 1964 bi rêya mamê xwe bi navê Şehîd Umer Hesen bûye Pêşmergeyê batalyona Bêtwatê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi Fermandeyî Elî Şeiban, Silêman Edo piştî Şehîdbûna mamê xwe û bi sedema jêhatîbûn û zîrekiyê bûye cihê baweriya Elî Şeiban, lewra dibe yek ji nêzîk û bawerpêkiriyeên Elî Şeiban, erka Çalakî taybetî û nav bajêr pê dispêre, bi rêya Şehîd Silêman peywendî li gel rêkxistin û xelkê nav bajêr girêdide.
Sala 1975 fermande Elî Şeiban, Silêman Edo û Hevsengerêkî bi navê Husên Beg radespêre, ji bo ku nameyekê bigihînin nav bajarê Hewlêrê, ew jî ji bo bicîhanîna erka xwe tên nav bajarê Hewlêrê, lê zû ji aliyê dest û pêwendiyên rejîma Beis ve tên eşkerekirin, Silêman Edo û Husên Beg bi mebesta xwe veşartinê ji destê emniyên nav bazara Hewlêrê rû dikin nav kolanên nav qelata Hewlêrê, lê her li wir ji aliyê zilamên rejîmê tên girtin û dibin emniyê Hewlêrê, li wir jî tên guhêztin bo girtîgeha Badûş li bajarê Mûsil, bi sedema girtina nameyê piştî çend rojan Silêman Edo tê sêdare dan û nebûna ti belgeyekê li ser Husên Beg tê azadkirin.
Çavkanî:Arşîfa Desteya Ensîklopîdiya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





