Teymez Sîlkî, sala 1924 li gundê Sîlkê yê ser bi nahiyeya Şêrwanê Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Beriya çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê, zewicî bû û navê hevjîna wî Rûhan bû û zarokek wan hebû, herwiha li Yekîtiya Sovyetê cara duyem jiyana hevjînî bi Valentina Daçîçka re pêk aniye, lê dema ku ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyaye, ew bi xwe re neaniye û piştî vegerê bi Misrixan Şît Mihemed re zewicî ye û xwediyê sê kur û pênc keçan e. Sala 1960 li Rewandizê wek fermanber hatiye damezrandin. Zimanên kurdî, rûsî, tirkî û farisî dizanibû. Di 5ê tebaxa 2014an de koça dawî kiriye û li gundê Sîlkê hatiye veşartin..
XebatnameSala 1942 Teymez Sîlkî dibe serbaz li serbazgeha Kerkûkê, piştî hilgirsiya Şoreşa Duyemîn a Barzan sala 1943 tevlî rêzên şoreşê dibe û di 2ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Şanederyê bûye. Di 12ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezokê bûye û bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.
Di 5ê îlona 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Morikê bûye û di 14ê îlonê de di şerê Çiyayê Pîrs de birîndar bûye. Ereb Qetranê bavê wî sala 1945an di şerê Dola Biyaw de şehîd bûye.
Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî li Komarê kiriye û rolekî çalak hebûye.
Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê, di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û di 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê bûye, herwiha beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê bûye û di wî şerî de birîndar dibe.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînek bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û westiyayînek zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgehekî vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewlek zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gor herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew bi xwe û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Piştî hilgirsiya Şoreşa mezin a Eylûlê sala 1961ê beşdarî şoreşê bûye û sala 1963an li navçeya Soran amirê batalyonê bûye û sala 1967an li navçeya Badînan amirê batalyonê bûye. Beşdarî şerên Deştebîl, Nelîwan, Şeranş, Kanî Masê, Geliyê Zinta, Lomana, Meydanka Rovya, Geliyê Dihokê, Serê Amêdiyê, Çiyayê Metîn, Çiyayê Bradost, Hawdiyan, Tahîre, Mîraw, Kanî Sipî, Kewperê bûye. Sala 1968an amirê batalyonê û berpirsê navçeya Amêdiyê bûye.
Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê bi penaberî berê xwe dide welatê Îranê û li komelgeha Zêwe nîştecih dibe û dûre tê veguhastin bo bajarê Ferîdûnşehr li parêzgeha Mazenderan û paşê bo bajarê Cehrom û dûre Kohseng li parêzgeha Meşhed û sala 1977an çûye ûrdûgaya Sawe.
Sala 1979an beşdarî Şoreşa Gulanê kiriye û endamê Kongreya 9 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û fermandeyê Hêzên Pêşmerge bûye di Hêza Xebatê de. Salê 1986ê bi rêkxistina nû ya Hêzên Pêşmerge, dibe fermandeyê hêza pîrên Partiyê û erka parastina mezelê Barzanî li gundê Helejê bi wan tê spartin.
Salê 1993ê vedigere Başûrê Kurdistanê û li bajarokê Pîrmamê niştecih dibe û salê 1996ê xanenişîn dibe. Di rêkefta 16ê Tebaxa 1996ê de di çarçoveya ahengên Yûbîla Zêrîn de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa duyem a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêçika Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve Medalya Barzaniyê Nemir jê re hatiye bexşîn. Di 5ê Tebaxa 2014ê de koça dawî kiriye û li gundê Sêlkê hatiye veşartin.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hamîd Gewherî, Medalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
- Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zajoqî, 62 roj li gel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr – Cihê çapê ne diyar e – 1997).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Nass qerar lecnit el-efw el-am bi redd el-i'tibar ila şuhada' sewret Barzan, mecelet Rizgarî, hejmar 3,2, El-Metbe'et el-Rabite, Bexdad, 1 Nîsan 1959.





