Umer Mihemed Ebdulla Yûsif, di sala 1949an de li gundê Sarelûyê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, rûniştvanê parêzgeha Hewlêrê bû, mijûlî karê cotyariyê bûye li gundê Sarelû li nav bazara bajarê Hewlêrê jî xwedî kar bûye, xêzana wî navê wê Esmer Resûl e û kurê wî navê wî Nehrû û keça wî navê wê Nezîre ye.
XebatnameUmer Mihemed Ebdulla Yûsif di sala 1968an de bûye Pêşmerge li cem Sabir Şêx Camî ku cîgirê fermandeyê hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di sala 1974an de firokeya rejîmê bordûmana sînorê Nawprdan û Gelale li devera Balekayetiyê kiriye û Umer Mihemed û sê hevsengerên wî Şehîd bûne, yek e ji wan Şehîdan ku gorê wî nediyar e.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





