Umer Rehîm Ehmed, sala 1945an li gundê Pîrdaud yê ser bi nahiyeya Şemamkê qezaya Quştepe ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar û xwediyê kurekî bûye. 

Umer Rehîm Ehmed, sala 1970yî peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di Hêza Azadî ya ser bi lîqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi fermandeyiya Xurşîd Şêre bûye Pêşmerge. Sala 1974an beşdarî destana Bêstanê, şerê deşta Koyê, şerê çiyayê Sefîn û destana Kêle Şîn kiriye û di şerê Kêle Şîn de gule li wî ketiye û bi giranî birîndar bûye. Piştî wergirtina çareseriyê ji bo bêhnvedaneke kurt a çend rojan sala 1974an ku hevdem bûye li gel 28emîn roja meha Remezanê, vegeriyaye gundê Pîrdaud bo cem malbata xwe, ji aliyê çend xwefiroşan ve zanyarî li ser tê dayîn, lewma di roja din de, hêzeke mezin derdora mala wî dorpêç dikin, rûbirûyê hêzê bûye û karîye heft serbazan bikuje û 12 serbazan jî birîndar bike, lewma hêza Artêşa Iraqê vekişiyane û li dergehê gund bi çeka doşkeya ser tankê gulebaran kirine û sê guleyên doşkeyê li serê wî ketine û Şehîd bûye. Termê wî ketiye destê serbazên Artêşa Iraqê û birine nav bajarê Hewlêrê û şêwandine. Ji aliyê çend kesayetiyên bajarê Hewlêrê ve termê wî bi şêwayî hatiye wergirtin û hatiye veşartin. Ev neberdiya Umer Rehîm Ehmed bûye cihê behsê li nav bajarê Hewlêrê û derdora wê lewma ji aliyê nivîskar û hunermendan ve çend berhemên hunerî li ser hatine encamdan bi navê destana Pîrdaud. 

Çavkanî: 

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.